09:05 21 Nîsan 2018
    Adil El Cubeyr

    Erebîstana Siûdî firînên xwe yên Îranî rawestandin

    © REUTERS / Joshua Roberts
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî îdamkirina Ayetullah Nemir Baqir el Nemir yê şie aloziya navbera Îran û Erebîstana Siûdî firehtir dibe.

    Navenda Nûçeyan - Piştî îdamkirina Ayetullah Nemir Baqir el Nemir yê şie aloziya navbera Îran û Erebîstana Siûdî firehtir dibe. Erebîstana Siûdî firînên navbera herdu welatan rawestandin.

    Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr ji ajansa Reutersê re axivî û got, me biryar da ku bi Îranê re hemû trafika hewayî û firînên bazirganî rawestand, her wiha welatiyên Siûdî dê nikaribin serdana Îranê bikin û em ê vê serdanê jî qedexe bikin.

    Ji bo îdaman divê spasiya me were kirin

    Adil El Cubeyr di berdewamiya axaftina xwe de got, El Nemir û 46 kesên ku pê re hatin îdamkirin terorîstbûn û di çend êrişan de rol lîstibûn. Li şûna ku spasiya welatê me bê bikin, em rexne dikin.

    Cubeyr di dirêjiya axaftina xwe de got, hetanî dewleta Îranê wekî welatekî asayî tevnegere û neghîje standardên navneteweyî têkiliya me dê çênebe.

    Bi heman mijarî:

    Bahreynê jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ji Îranê qut kirin
    Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
    Erebistana Siûdî balyozê Îranê qewirand
    Îraniyan Balyozxaneya Siûdî şewitandin
    Pîranşar bê cêran e; Wezareta Enerjiyê ya Îranê ne li wan deran e
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Erebîstana Siûdî, Adil El Cubeyr, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de