23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Emîne Ayna û Hatîp Dîcle

    DBP: ''Tirkiyeyê derî ji mudaxeleyan re vedike''

    © Sputnik/ Omer Faruk Bran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ''sîcîla karên Tirkiyeyê ne paqij e û ev yek derî ji mudaxeleyan re vedike.''

    Omer Faruk Baran

    Polês, tîmên taybet, şer û pevçûn li Sûrê
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Amed — Li daxuyanîya hevpar hat dîyarkirin ku divê Tirkiye di demeke nêzîk de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin an jî ev yek dê rêyê ji mudaxeleya derve re veke.

    Ji bo bersiva pirseka li ser zelalkirina şeklê mûdaxeleya hêzên derve, Hatip Dicle got: ''Hemû kes benda Ayê xala 5an a hevpeymana NATOyê dizane ku hatiye nivîsîn, eger dewletek mûdaxeleya, dewleteka endama NATOyê bike NATO dê dewleta endama xwe biparêze. Lê benda Byê jî heye û ew gelek nayê zanîn li benda Byê tê gotin heke şerekê navxweyî li dewleteka NATOyê pêk bê û dewlet nekare bibe asteng, NATO dikare rasterast mûdaxele bike''

    Hatip Dicle li gotinên xwe zêde kir û got ''sîcîla karên Tirkiyeyê ne paqij e û ev yek derî ji mudaxeleyan re vedike.''

    Emîne Aynayê jî dîyar kir heta Tirkiye sebebên pirsgirêkên kurdan raneke, nikare pirsgirêkên kurdan çareser bike, Aynayê got: Mafên kurdan yên neteweyî, sîyasî û çandî hene û kurd bi tenê van mafên xwe dixwazin heta hûn van nedin pirsgirêk çareser nabin''

     

    Bi heman mijarî:

    Derbarê Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDKê de lêpirsîn hat vekirin
    Li Amedê civîna DTK, HDP û DBPê dest pêkir
    HDP û DBPê bang li gelê Amedê kirin
    Hevserokên DBPê ya Erziromê hatin binçavkirin
    Hevserokê DBPê yê Pîranê hat binçavkirin
    Etîketan:
    NATO, Tirkiye, DBP, Emîne Ayna, hatip dicle, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de