01:47 21 Çile 2018
Zindî
    Ekrem Hiso

    TAYBET - Serokwezîrê Cizîrê: Dijminê me û Rûsyayê yek e

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Hevserokwezîrê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso diyar kir ku pêwendiyên me bi Rûsyayê re baş in. Em spasiya Rûsyayê dikin û li DAIŞê dide.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — Hevserokwezîrê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso derbarê têkiliyên wan bi Rûsya, herêma Rojava û Tirkiyeyê ji nûçegihanê Spûtnîkê re nirxand û got, pêwendiyên me bi Rûsyayê re baş in. Em spasiya Rûsyayê dikin û hem şerê DAIŞê dike û hem jî Sûriyeke demokratîk ava dike. Dijminê me û Rûsyayê yek in.

    Ekrem Hiso di axaftina xwe de got, li Kantona Cizîrê ji 3 milyona zêdetir însan ereb, tirkmen, şişanî, ermenî, asûrî û hwd dijîn û di nava me tu pirsgirêkj tuneye. Ji du Hevserokwezîrên Kantona Cizîrê yek jê ereb û yê din jî asûrî ye.

    Tirkiye ambargo datîne ser me

    Hiso di berdewamiya axaftina xwe de got, Tirkiye ambargo datîne ser me, bi 10 caran me ji wan re peyam şand, me got werin em bi hev re bixebitin. Em spasiya Rûsya, Amerîka û hêzên koalîsyonê dikin ji bo ku şerê DAIŞê dikin û Sûriyeke demokratîk ava dikin. Dijminê me û Rûsyayê yek in, DAIŞ û El Nûsra.

    Pêwendiya me bi rêvebiriya Sûriyeyê re tuneye

    Hevserokwezîrê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso di dirêjiya axaftina xwe de got, em perçeyek ji Sûriyeyê ne, lê tu pêwendiya me bi rêvebiriya Şamê re tuneye. Li herêma Cizîrê petrola me heye û ev petrol ya hemû gelê Sûriyeyê ye û em dest nadinê. Em petrole nafiroşin tenê ji bo pêwistiyên xwe bi kar tînin.

    Em bi Herêma Kurdistanê re birane

    Hiso di dawiya axaftina xwe de got, em bi rêvebiriya Hikumeta Herêma Kurdistanê re birane. Raste di nava me hinek pirsgirêk hene lê ev hewkasî ne mezin in. Hevdîtinên me çêdibin. Em herdu jî kurd in û dibe nêrînên me cuda bin. Me li Dêrikê kampek ji bo penaberên êzidî vekir lê ne ji Ewropa û ne jî cihekî din alîkariyek baş nehat. Deriyê Rojava ji hemû sûriyeyî yan re vekiriye. Niha jî li bajarokê Mebrukayê kampeke ji bo penaberên ku ji DAIŞê reviyane ava dikin.

    Bi heman mijarî:

    Kantona Cizîrê: Em operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê gelekî girîng dinirxînin
    Rêvebiriya Kantona Cizîrê bersiva Barzanî da
    Kantona Cizîrê: 'Divê dewleta tirk bi lez û bez xaka Kurdistan biterikîne'
    PDKSê serdana rêveberiya Kantona Kobanê kir
    Kantonên Rojava bûne yek
    Etîketan:
    Hevserokwezîrê Kantona Cizîrê, Hêzên Hevpeyman ên li dijî DAIŞê, El Nûsra, Ekrem Hiso, Kantona Cizîrê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de