18:16 17 Çile 2018
Zindî
    Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya

    Ji Bekir Kaya re 15 sal ceza!

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Endamê PM a HDPê Cuneyt Caniş ên ku ji doza KCKê ya Wanê dihatin darizandin, 15 sal ceza ji bo her yekî hate birîn.

    Wan - Doza KCKê ya Wanê ku siyasetmedarên kurd dihatin darizandin li 1emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hate dîtin.

    12 siyasetmedarên kurd ên ku bêyî girtî dihatin darizandin tevli danişînê nebûn, parêzer amade bûn.

    Heyeta dadgehê parastina dawî ya parêzeran girt. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar da.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku heyeta Dadgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê PM a HDP'ê Cuneyt Canîş bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ne' ji bo her yekî wan 15 sal ceza birîn. Ji bo siyasetmedarên din jî di navbera 7 sal û 12 salan de ceza hatin dayîn.

    Piştî ku hinceta biryarê bê eşkerekirin dê parêzer biryarê temyîz bikin.

    Bi heman mijarî:

    Operasyonên siyasî dewam dike: 16 kes hatin girtin
    Bîlonçoya îro: Nêzî 60 welatiyên kurd hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin
    Li Îdirê 5 kes hatin girtin
    Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
    Li Colemêrgê dibistan hatin girtin
    Etîketan:
    HDP, Şaredariya Wanê, Bekir Kaya, Cuneyt Caniş, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de