12:52 27 Gulan 2018
Joseph F. Dunford

Sererkanê Amerîkayê Dunford tê Enqereyê

© AP Photo / Lauren Victoria Burke
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Ji xeyrî pêşveçûnên navbera Îran û Erebîstana Siûdî ku li rojhilata navîn tansiyon zêde dibe, sibê Sererkanê Amerîkayê Dunford tê Enqereyê.

Navenda Nûçeyan - Ji xeyrî pêşveçûnên navbera Îran û Erebîstana Siûdî ku li rojhilata navîn tansiyon zêde dibe, sibê Sererkanê Giştî yê Amerîkayê General Joseph F. Dunford tê Enqereyê.

General Dunford roja çarşemê wê dest bi pêwendiyên xwe bike. Dunford wê serdana Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar bike û dê hevdîtinekê pêk bînin. Tê pêşbînîkirin ku Dunford bi Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê İsmet Yilmaz re jî civînekê bike û her wiha îhtîmala serdana baregeha Încîrlîka Edeneyê jî heye.

Dibe balafira rûsî jî were rojev ê

Di pêwendiyên komutanên amerîkî de ji xeyrî pêşveçûnên Sûriye, Iraq û tekoşîna li dijî DAIŞê, wê gengeşiya navbera Îran û Erebîstana Siûdî jî were axaftin. Her wiha tê pêşbînîkirin ku balafira rûsî ku di 24ê Mijdarê de ji terefê hêza hewayî ya Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê hat xistin û gengeşiya navbera Rûsya û Tirkiyeyê jî were rojev ê.

Bi heman mijarî:

Ûkrayna: Qanûnên me destûra avakirina baregeha leşkerî ya Amerîkayê nade
2016- AMERÎKA: "Tirkiya dê êrişî Rojava bike!"
Lavrov: Amerîka nebûya, Tirkiye nikarîbû li Iraqê bê hurmetî bikira
Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
Li Amerîkayê ba û bahoz: 29 mirî
Etîketan:
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Sererkanê Giştî yê Amerîkayê, İsmet Yilmaz, Joseph F. Dunford, Hulusi Akar, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de