23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Osman Baydemir: Wê welatiyên sivîl çekan hilgirin

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 170 0 0

    Baydemir got: ‘Her kuştinek zêdetir me ji hev diqetîne. Eger wiha be gelên sivîl wê çekan hilgirin. Wê demê ne em nejî tu aliyeke din nikare şerê rawestîne.'

    Navenda Nûçeyan — Parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir derbarê êriş û kuştinên li bajarên kurdan pêk tê de axivî û pirsên rojnamevanan bersivandin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê Osman Baydemir li ser pirsa ‘Çima şer dest pê kir? PKKê çima dest ji çekan berneda?' de wiha got:

    ‘Ji ber encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê.. Aştî kirin qurbana hilbijartinan. Em niha vê ya dijîn. (…) Em hê jî ji bo aştiyê pir israrê dikin. Ji ber ku her kuştin me ji jiyana hevparî dûr dixe. Tirkiye dibe weke Sûriyê. Bi topan êrişî Cizîrê dikin.'

    Hat ragihandin ku Baydemir di civîna ku 2 hefte berê bi Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Volkan Bozkurt re pêk hat de wiha goritiye: ‘Li Sûrê tu cih û war nemaye. Eger wiha be wê welatiyên wir êdî bêjin bese. Welatiyên ku di jiyana xwe de siyasetê jî nekirine wê çekan hilgirin. Wê demê êdî ne em nejî tu aliyeke din nikare şerê rawestîne. Wê demê dê tu kes kesî nasneke. Wê kaos bibe. Êdî kêr gihiştiye hestî. '

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Dewlet li derveyî qanûnan tevdigere û sûcê şer dike
    Baydemir: ‘Gelê kurd rastî cûdakariyê hatiye'
    Baydemir: Îradeya gelê Rihayê hat desteserkirin
    Etîketan:
    HDP, osman baydemir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de