05:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Zehran Elûş

    Rêxistina cihadîst piştgirî da Erebîstana Siûdî

    © AFP 2017/ ABD DOUMANY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1201

    Rêxistina cihadîst Ceyş-ul Îslam ku hefteya borî serokê wê Zehran Alluş hatibû kuştin piştgirî da biryara Erebîstana Siûdî.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina cihadîst Ceyş-ul Îslam ku hefteya borî serokê wê Zehran Alluş hatibû kuştin piştgirî da biryara Erebîstana Siûdî, ji bo pêwendiyên xwe yên dîplomatîkî ji Îranê qutkirin.

    Li gorî nûçeya Reutersê, rêxistina Cey-ul Îslamê ku di nava tifaqa mixalifên Sûriyeyê de ye daxuyaniyek da û got, Îran bi piştgirî dana milîsên şie aramiya rojhilata navîn xera dike.

    Rêxistina ku bi piştgiriya Erebîstana Siûdî şerê hikumeta Sûriyeyê dike, Îran bi navtêdana şerê mezhebi sûcdar kir.

    Her wiha rêvebiriya Siûdî kuştina serokê Ceyş-ul Îslamê Zehran Alluş ku di 26 Berfenbarê de bi êrişeke hewayî hatibû kuştin şermezar kiribû.

    HNŞSê jî piştgirî da

    Hêza Neteweyî a Şoreşger ya Sûriyeyê (HNŞS) jî piştgirî da biryara Erebîstana Siûdî. Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de ragihand em piştgiriya gava Erebîstana Siûdî dikin û divê hemû alema ereb û Îslamê li hemberî van kiryarên Îranê ku li Sûriye, Iraq û Yemenê dike wekî Siûdî gavan bavêjin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bahreynê jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ji Îranê qut kirin
    Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
    Erebistana Siûdî balyozê Îranê qewirand
    Îraniyan Balyozxaneya Siûdî şewitandin
    Pîranşar bê cêran e; Wezareta Enerjiyê ya Îranê ne li wan deran e
    Etîketan:
    Hêza Neteweyî a Şoreşger ya Sûriyeyê (HNŞS), Ceyş-ul Îslam, Zehran Alluş, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de