02:47 19 Çile 2018
Zindî
    Sirri Sureya Onder

    Onder: ‘Eger Ocalan jiyana xwe ji dest bide...

    © Foto: AA/ Murat Kaynak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder got: ‘Eger Ocalan jiyana xwe ji dest bide, berdêla wê ya civakî dê ewqas giran be ku em nikarin texmîn bikin'

    Navenda Nûçeyan — Onder di hevpeyvîna xwe ya bi malpera tirkî T24ê de pirsa 'Eger Ocalan jiyana xwe ji dest bide dê çi bibe?' wiha bersivand: ‘Bûyerek bi vê awayî dê hêviya aştî û pevrejiyanê ya gelên Tirkiyê bixe nav tarîtiyeke kûr. Dê berdêla wê ya civakî dê ewqas giran be ku em nikarin texmîn bikin. Her wiha emê rêberekî ji dest bidin ku tenê ew dikare Rojhilata Navîn li ser zemînekî demokratîk bide rûniştandin.'

    Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re girtîbûna Ocalan bê wate bibû lê niha êdî rewş pir hatiye guhertin çimkî azadiya wî bûye mecbûriyetek.

    Onder, derheqê hevserokên HDPê Selahedîn Demirtaş û Figen Yûksekdag û hinek rayeder û parlamenterên partiyê wan de, bi hînceta ku 'xweseriya demokratik' ragihandine, lêpirsîn dane dest pê kirin de jî wiha got: 'Tirkiye dê rayedarên me bigire.'

    Li gorî zagona Tirkiyayê ji bo darizandina parlamenteran divê parêzbendiya wan bê rakirin. Niha jî ji bo darizandinê daxwaznameya rakirina parêzbendiya parlamenteran şandine parlementoya Tirkiyayê lê heya niha parlamentoyê derheqê vê yekê de biryar nedaye.

    Onder diyarkir: 'Dê parêzbendiya me rakin û me bigirin, lê girtina me ji pirsgirekan re ne çareser e.

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka HDPê ya Mûşê hate girtin
    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    AKPê gefa girtinê li HDPê xwar
    Ji HDPê û DBPê banga lezgîn !
    Li Stenbolê polêsan midexaleya meşa HDPe kir
    Etîketan:
    xweseriya demokratik, Parêzbendî, Parlamento, Rojhilata Navîn, Abdullah ocalan, HDP, Hevpeyvîna T24, Sirri Sureya Onder, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de