23:28 22 Nîsan 2018
    Qezaya trafîkê

    Li Kirşehirê qezaya trafikê: 9 mirî û 17 birîndar

    © Foto : DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li nêzî bajarê Kirşehirê ji ber rêya buz girtî otobusa rêviyan qelibî, li gorî pêşbîniyên pêşî di qezayê de 9 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.

    Li Wanê qeza
    © Foto : http://img.sondakika.com/haber/368/7962368_60_m.jpg
    Navenda Nûçeyan — Li nêzî bajarê Kirşehirê ji ber rêya buz girtî otobusa rêviyan qelibî, li gorî pêşbîniyên pêşî di qezayê de 9 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.

    Qeza berê sibê li ser rêya Kirşehir û Enqereyê li herêma Çugun navçeya Ozbagê çêbû. Otobusa ku ji Kirşehir bi aliyê Enqereyê ve diçû ji ber rêya buz girtî ji kontrole derket û qelibî. Di encama bûyerê de ji 9 kesan 6 kes li cihê qezayê û 3 kesan jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan.

    Piştî bûyera qezayê ji derdorê gelek ambulans hatin şandin û birîndar li nexweşxaneyên Kirşehirê hatin razandin. Dermankirina birîndaran li nexweşxaneyan didome.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganîstanê qezaya trafikê : 25 mirî
    Li Wanê qeza qewimî: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Li ser rêya Wanê qeza: 6 mirî, 5 birîndar
    Li Rûsyayê qezaya helîkopterê: 15 mirî
    Li Dortyolê qezaya trafîkê: 12 karker birîndar in
    Etîketan:
    kirşehir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de