01:49 21 Çile 2018
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Iraq û Kurdistan ji hev cuda dibin!

    © Flickr/ kurdistan4all
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo êrişên terorîstên DAIŞê, ji Kurdistanê heta rojavayê Kerkûkê xendeqek tên kolandin.

    Navenda Nûçeyan — Xendeqeke 100 kîlometrî ji Kurdistanê heta rojavayê Kerkûkê bo parastina Hêzên Pêşmerge û bajarê Kerkûkê tê kolandin. % 65 ji kolandina wê xendeqê bi dawî hatiye.

    Paniya xendeqê 2 metir û nîv e. Kurbûna wê jî 3 metir e. Li ser xendeqê, her 300 metirî jî kelayek bilind hatiye çêkirin, ku otomobîl nikarin bi ser kevin.

    Cîgirê Fermandarê Lîwaya 9 a Hêzên Pêşmerge Eqîd Tariq ji Rûdawê re ragihand: "Beriya niha çeperên Pêşmerge neqeyîm bûn, lê qonaxa niha gelekî baş e. Em xendeqê dikolin, piştre axa wê bilind dikin, piştre kela dirust dikin."

    DAIŞ 40 km ji bajarê Kerkûkê dûr e. Gelek gund û navçeyên wê parêzgehê di destê DAIŞê de nemane. Ew xendeq Kerkûkê ji Iraqê vediqetîne.

    Ne tenê moralê Pêşmerge bi kolandina wê xendeqê bilind bûye, lê belê welatiyên Kerkûkê jî dilxweş bûne ji ber ku di dema dawî de rewşa Kerkûkê pir aram bûye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdistanî ji bo dawiyê li aloziyan bînin dicivin
    PE: 'Bê Kurdistanê aştî nabe!'
    Şanda DTKê serdana Serokê Herêma Kurdistanê dike
    PANORAMA 2015 - KURDISTANA ÎRANÊ
    PANORAMA 2015 - KURDISTAN Û CÎHAN
    Ji Kurdistanê dîrok û şaristanî difure
    Etîketan:
    kurd, Pêşmerge, DAIŞ, Eqîd Tariq, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de