08:33 17 Cotmeh 2017
Zindî
    PAK

    Partiyên Kurdistanî ji bo dawiyê li aloziyan bînin dicivin

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6410

    Partiyên Kurdistanî yên Tirkiyeyê ji bo ku pêşiya şer, alozî û operasyonên ku ev demek dirêj e li hinek bajar û deverên bajarên kurdan didome, dest bi xebatêke hevpar dikin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk ragihand ku, roja çarşemiyê (6ê Rêbendanê) PAK, Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), PDK-Bakur, Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Hereketa Azadî û Partiya

    Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dê li ser rewşa Bakurê Kurdistanê bicivin.

    Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) û PDK-Tirkiye (PDK-T) jî dê di nav xwe de bicivin û paşê biryara xwe bidin ka dê tevlî wê civînê bibin yan na.

    Serokê PAKê her wiha diyar kir ku ew dixwazin konferansek berfireh ji bo sekinandina şer û aloziyan pêk bînin û da zanîn, dê him bi rayedarên Hikûmeta Tirkiyê him jî bi rayedarên Hikûmeta Kurdistanê re hevdîtinan bikin.

    Ozçelîk her wiha got ku ji bo sekinandina şer û aloziyên bajarê kurdan, dê li derveyî welêt jî bi hinek aliyan re hevdîtinan bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Pakîstanê êrişa komkujî: 18 mirî 40 birîndar
    PAKê ji bo gelê Sûrê bang kir!
    Li Pakistanê êrîşa komkujî: 10 kuştî
    Serokê PAKê: Bêhna serxwebûna kurdan tê
    Serokê PAKê: ‘Firsend heye ku kurd bibin aktorên berjewendiya xwe'
    Etîketan:
    HEREKETA AZADÎ, Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP), PDK-Bakur, Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Mustefa Ozçelik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de