21:53 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê, li Helebê li 3 niqteyan operasyon kir

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1110

    Artêşa Sûriyeyê li başûrê Helebê li 3 niqteyan li dijî rêxistina terorîst ya DAIŞê dest bi operasyonan kir.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Sûriyeyê li başûrê Helebê li 3 niqteyan li dijî rêxistina terorîst ya DAIŞê dest bi operasyonan kir û di encama operasyonan de bi 10an milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Ajansa nûçeyan a FARSê ya Îranê Artêşa Sûriyeyê li başûr û başûrê rojhilatê Helebê li dijî rêxistina terorîst ya DAIŞê operasyon kir û hêza hewayî sûrî jî piştgirî da.

    Li gorî çavkaniyên ku agahî dane ajansa FARSê, balafirên şer yên Sûriyeyê li bajarê Ezazê li dijî çeperên DAIŞê êriş pêk anîn û di encama êrişan de cebilxaneyên hatin rûxandin û bi 10an milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Yek ji çavkaniyan ragihand ku, piştî êrişa balafirên şer yên sûrî, artêşê û Hêza Parastinê ya Neteweyî êrişî çeperên DAIŞê kirin. Di encama vê êrişê de gelek çek û cebilxane hat rûxandin û gelek milîtanên terorîst hatin û hinek jî birîndar bûn.

    Her wiha heman çavkaniyê ragihand ku li herêma Darat Izza jî balafirên şer yên sûrî êrişî çeperên DAIŞê kirin û di vê êrişê de jî gelek milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê pêşveçûna xwe ya li dijî DAIŞê didomîne
    Artêşa Sûriyeyê derbeyek mezin li konvoya petrolê ya DAIŞê xist
    Artêşa Sûriyeyê pêşveçûna xwe ya Lezqiyeyê didomîne
    Artêşa Sûriyeyê baregeheke leşkerî rizgar kir
    Artêşa Sûriyeyê rêya terorîstan bi ser Tirkiyeyê ve birî
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de