05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Adil el Cubeyr

    Erebistana Siûdî balyozê Îranê qewirand

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Rewşa Siûdî û Îranê her diçe aloztir dibe, piştî ku Erebîstana Siûdî Şêx Nemir Baqir el Nemir îdam kir, îraniyan jî balyozxaneya Siûdî li Tehranê şewitand.

    Navenda Nûçeyan - Her wiha Erebistana Siûdî jî fermana derxistina balyozê Îranê li wî welatî da û 24 saet mohlet dayê ku Erebistanê biterikîne.

    Piştî ku rêberê şîeyên Erebistanê şêx Nemir Baqir ji aliyê dewleta Riyadê ve hat îdamkirin, rayedarên Îranê bi tundî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan, li Tehran û Meşhedê jî avahiyên balyozxane û konsulxane yên Erebistanê hatin şewitandin.

    Li ser vê yekê Erebistanê jî duhî bang li Balyozê Îranê li Riyadê kiribû û li ser êrişên li djiî avahiyên xwe hişyarî dabû Îranê.

    Lê îro piştî daxuyaniya rêberê Îranê Elî Xaminêyî derheqê îdamkirina rêberê şîeyên Erebistanê şêx Nemir Baqir el Nemir, dewleta Erebistanê fermana derxistina Balyozê Îranê da û 24 saet mohlet dayê ku Erebistanê biterikîne.

    Xaminêyî gotibû, xwîna şêx Nemir bi niheqî hat rijandin ji ber wê jî Xwedê dê tola wî ji Erebistanê bistîne.

    Bi heman mijarî:

    Îraniyan Balyozxaneya Siûdî şewitandin
    Pîranşar bê cêran e; Wezareta Enerjiyê ya Îranê ne li wan deran e
    PANORAMA 2015 - KURDISTANA ÎRANÊ
    Biryara Îranê bazara petrolê serobino kir
    Rûsya: Hemû uranyuma Îranê hat tahliyekirin
    Etîketan:
    Dewleta Siûdî, Elî Xamaneyî, Adil El-Cûbeyr, Şêx Nemir Baqir el Nemir, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de