07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Çekdar

    Artêşa Şoreşgeran gundê Keştear ji destê terorîstan rizgar kir

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1420

    Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Suwar) gundê Keştear ku terorîstan wekî navenda êrişên li ser Kantona Efrînê bikar di anîn, rizgar kir.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Suwar) gundê Keştear ku terorîstan wekî navenda êrişên li ser Kantona Efrînê bikar di anîn, rizgar kir.

    Pêngava azadkirina başûrê Kobanê hate berdewam dike. Rêxistinên terorîst yên El-Nusra û Ehrar uş-Şam ji gundê Keştear ê ku 12 km dikeve başûr rojavayê Ezazê êrîşî gundê Tinib ê di bin kontrola Ceyş El-Suwar de ye kirin.

    Li ser vê yekê Artêşa Şoreşgeran bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. Di encama pevçûnên ku heta serê sibehê dom kirin de gundê Keştear ku çeteyan wekî navenda êrişên li ser Kantona Efrînê bikar di anî, hate rizgarkirin.

    Hate ragihandin ku rêxistina terorîst windahiyên mezin dane û dema vekişiyane gund mayin kirine. Li gund xebatên paqijkirina mayinan didome.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: ‘Em destûrê nadin ku YPG derbasî rojavayê Çemê Firatê bibe
    Li Rojava kurd bi pêş ve diçin
    PANORAMA 2015 - Rojava, yekîtî, serkeftin, azadî
    ROJAVA – SÛRIYA: Diyalog-hevdîtin-muzakere
    ROJAVA - Pêşmerge li ser sînorin
    Etîketan:
    Ehrar uş-Şam, El-Nusra, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Suwar), Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de