21:51 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Şêx Nemir Baqir el Nemir

    Îraniyan Balyozxaneya Siûdî şewitandin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Îraniyan heyfa kuştina Şex Nemir Baqir el Nemir bi şewitandina Balyozxaneya Erebîstana Sîûdî ya Tehranê bersiv dan.

    avenda Nûçeyan — Li Îranê, li dijî îdamkirina rêberê şîeyên Erebistanê, avahiya Balyozxaneya Siûdî ya Tehranê hat şewitandin.

    Îdamkirina rêberê şîeyên Erebistanê şêx Nemir Baqir el Nemir ji aliyê dewleta Erebistanê ve, rastî nerazîbûnên tund ên şîeyan hat.

    Li Îranê jî xwepêşandan li dijî îdamkirina wî mezinê şîeyan hatin lidarxistin û hêrsa xwe li dijî Erebistanê anîn ziman.

    Li Tehranê, şeva borî komek kes derbasî nav avahiya Balyozxaneya Erebistanê bûn û agir berdan derî û pencereyan, kelûmelên tê de şikandin û avêtin derve.

    Rêveberê Polêsê Tehranê ragihand, hinek kesên ku derbasî nav balyozxanê bibûn ji aliyê hêzên polîs ve hatine derxistin û karîne rewşê kontrol bikin.

    Li bajarê Meşhedê yê Îranê jî, komek kes li ber avahiya Konsulxaneya Erebistanê xwepêşandan kirin û bi kevir û molotofan êrişî konsulxanê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Pîranşar bê cêran e; Wezareta Enerjiyê ya Îranê ne li wan deran e
    Kerkûkî: Faydeya serxwebûna Kurdistanê dê bigihêje Îranê jî
    Biryara Îranê bazara petrolê serobino kir
    Rûsya: Hemû uranyuma Îranê hat tahliyekirin
    Îranê gazî Çînê kir: 'Li dijî DAIŞê şerê meydanî bike, em ê comerd bin'
    Etîketan:
    Şêx Nemir Baqir el Nemir, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de