09:55 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hakan Taş

    Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e

    © Foto: Kaos Gl
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49511

    Parlamenterê Eyaleta yê Berlînê yê Dîe Lînke Hakan Taş got: ‘Erdogan ê ji bo modela serokatiyê Elmanyaya Nazî ji xwe re mînak nîşan dide ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e.'

    Berlin - Îro li Berlinê bi beşdarbûna hezaran welatiyan ve li dijî êriş û kuştinên ser bajarên kurdan meş hat lidarxistin. Parlamenterê Eyaleta yê Berlînê yê Dîe Lînke Hakan Taş derbarê gotinên Erdogan de axivî.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê Parlementer Hakan Taş di çalakiya şermazarkirina Tirkiyeyê de êriş û qedexeyên li dijî bajarê kurdan bi tundî şermazkir û derbarê gotinên Erdogan ku çavkaniya sîstema serokatiya ku dixwaze gihandibû Hîtler de axivî.

    Taş got: ‘Em di serî de Elmanyayê ji ber bêdengbûna li hemberî komkujiyên li ser Kurdistanê tên meşandin tevahî welatên Yekîtiya Ewropa rexne dikin.'

    Hakan Taş ser mînaka Elmanyaya Hîtler a modela seroktiyê ya Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ji bo xwe dixwaze, got: Ev daxwaza Erdogan ji bo gelê Tirkiyeyê û gelên cîhanê xeteriyê ava dike.'

     

    Bi heman mijarî:

    Mele Eshed Ergul jî hate binçavkirin
    6 cenaze hê jî li mizgeft û malan tên rawestandin
    Goran: Divê Barzanî dest ji serokatiyê berde
    Malikî: Îdama Şêx Nemir dê dawiya we bîne
    Elewî di dijî êriş û kuştinan di greva birçîbûnê de ne
    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    Pîranşar bê cêran e; Wezareta Enerjiyê ya Îranê ne li wan deran e
    Etîketan:
    Hakan Taş, Berlin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de