13:35 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Nûrî El Malikî

    Malikî: Îdama Şêx Nemir dê dawiya we bîne

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Serokê Fraksiyona Dewleta Qanûnê ya şîeyan Nûrî Malikî kuştina mezinê şîeyên Erebistana Siûdî yê bi navê Şêx Nemir Baqir el Nemir şermezar kir û got, ev tawan dê dawiya rêjîma Erebistanê bîne.

    Bexda - Îro Şêx Nemir Baqir el Nemir û 46 kesên din ji aliyê dewleta Erebistana Siûdî ve hatin îdamkirin.

    Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li ser îdamkirina Baqir el Nemir got: ‘Şêx Nemir Baqir el Nemir ne li ser karekî terorîstî yan endambûna grûpeke terorê hat kuştin, ew li ser daxwazkirina mafên rewa hat îdamkirin.'

    Nûrî Malikî wiha domand: ‘Çawa kuştina mezinê şîeyan Şehîd Sedir li Iraqê dawiya rêjîma Iraqê anî, dê kuştina Şêx Nemir dawiya rêjîma Erebistanê bîne.'

    Baqir el Nemir di sala 2012an de ji hêla Erebistana Siûdî ve hatibû girtin û îro ligel 46 kesên din re hate îdamkirin. 

    Bi heman mijarî:

    Elewî di dijî êriş û kuştinan di greva birçîbûnê de ne
    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    Pîranşar bê cêran e; Wezareta Enerjiyê ya Îranê ne li wan deran e
    Li Sûrê çend teqînên li dû hev: 11 leşker birîndar in
    Nasnameya şervana YPJê hat eşkerekirin
    Senatorê Rûsyayê: ‘Heyraniya Erdogan a ji bo Hîtler eşkere bû’
    Etîketan:
    Şêx Nemir Baqir el Nemir, Nûrî Malikî, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de