00:47 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Greva birçîbûnê ya Elewiyan di roja 4. de ye

    Elewî di dijî êriş û kuştinan di greva birçîbûnê de ne

    © Foto: Alevi Bektaşi Federasyonu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Greva birçîbûnê ku li dijî êriş, qedexe û kuştinên li bajarên kurdan pêk dê, rêxistinên Elewî dane destpêkirin di roja 4. de didome.

    Enqere - Hevparên Federasyona Elewî Bektaşî û Komeleyên Elewiyên Demokratîk, greva birçîbûnê ya 3 rojan ku li hemberî şerê li bajarên kurdan dane destpêkirin, veguherandin greva bêdem û dorveger. Derbarê mijarê de li saziya FEBê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û Yekitiya Elewiyên Ewropa jî piştgirî da.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku li ser avê federasyonê, Serokê Giştî ya ABFê Bakî Duzgun axivî û diyar kir ku ji ber şerê li hemberî Kurdan berdewam dike, ewê jî çalakiya xwe berfirehtir bikin. Duzgun destnîşan kir ku dê rêxistinên Elewî li hemberî vê pêvajoyê helwesta xwe nîşan bide û got ‘Me biryar da ku em greva birçîbûnê bi sînor nekin û çalakiyê li her derê berdewam bikin.'

    Duzgun got: ‘Bajarên ku gelên me yên qedîm dijîn, vediguherînin Kerbelayê. Desthilatdarên ku xwedî feraseta kesên ku Hz.Huseyîn û rêhevalên wî qetilkirine, li bajarên kurdan xwişk û birayên me mehkûmî koçberî, birçîbûn û mirinê dikin.'
    Piştî daxuyaniyê, komeke nû ya ji 10 kesan greva birçîbûnê dewir girt û hat ragihanedin ku dê çalakî bi tevlîbûna komên nû berfireh bibe.

    Bi heman mijarî:

    KCKê bang li gelê Elewî kir
    Pîrên Elewî: Di şexsê Tahîr Elçî de xwestin guleyê berdin aştiyê
    Etîketan:
    Komeleyên Elewiyên Demokratîk, Federasyona Elewî Bektaşî, Baki Duzgun, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de