13:33 20 Cotmeh 2017
Zindî
    KCK

    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 125520

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: ‘Gelê me yê li qadên berxwedanê, ji bilî nexweşên nikarin li qada berxwedanê bimînin, divê ti kes kolan, tax û bajarê xwe neterikîne.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê derbarê şerên dawî û dorpêç, qedexe û kuştinên li bajarên kurdan pêk tê de daxuyanî da.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê KCKê daxuyaniya xwe de dewleta tirk derwand û got: ‘Dewleta tirk bi awayekî dîn û har êrişî qadên xwerêveberiyê yên gelê me dike. Bi tank û topan bombeyan li bajaran dibarîne, her roj herî zêde jin, zarok û extiyaran qetil dike. Tevî ku bombeyan li seranserî bajar û taxan dibarîne û sivîlan qetil dike, bi gotina 'em qet sivîlan nakujin, em bi baldarî tevdigerin ji bo sivîl neyên kuştin' derewa herî mezin dike. Divê raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê bi vê zanibe; di serî de pitika Mîray û kalê wê Ramazan, hemû sivîl ji aliyê polîs û artêşa Tirk ve hatin qetilkirin.'

    KCKê got: ‘Girîng e gelê Kurdistan hemû vê rastiyê bibîne û li her derê rabe ser piyan. Li dijî bomberdûmanên leşker û polêsên tirk ku her roj jin, zarok, extiyar tên qetilkirin û zexta koçberiyê li ser gelê me tê kirin, divê her kes li her derê bikeve nava tevgerê. Bi nêzîkatiya 'heta ku ev dorpêçî were şikandin, rûniştina li malê, xwarin û vexwarin li me heram e' pêwîste li her derê berxwedan were xurtkirin. Ne bi hezaran, divê bi deh hezaran, bi sed hezaran rabin ser piyan. Kêr êdî gihaştiye hestî. Celadê mêtînger ê qikirina çandî dixwaze serê gelê Kurd jê bike. Li hemberî vê yekê êdî bêdengî, rûniştina li malê nabe. Bi seferberiya xwedîderketina li berxwedanê re divê êrîşên dewleta Tirk werin şikandin. Heta ku ev êrîş neyên şikandin divê ti kes li mala xwe venegere.

    KCKê di dawiyê de got: ‘Divê gelên me, bêyî ku bi saetekê jî dereng bimînin rabin ser piyan, êrîşan bişikînin, li dora hêzên berxwedêr xeleke têkoşînê ya ku pêşî li jiyaneke azad a hemû gelan û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê veke, biafirînin. Bi desteka ji bo berxwedanên xwerêveberiyê re wê her cûre paşverûtiya li Tirkiyeyê hilweşe, li ser bingeha biratiya gelên Tirkiyeyê wê yekîtiya demokratîk biafire.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCKê bang li gelê Elewî kir
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    KCK: ‘Divê hêzên leşkerî yên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin'
    KCK: ‘Ev êriş û polîtîkayên koçberkirinê qirkirina çandinî û tehcîr e'
    Etîketan:
    KCK
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de