02:01 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Cenazeyên Cizîriyan

    Cenazeyê Taşkin 2 roj in li malekê tê rawestandin

    © Foto: Haber soL
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li gorî nûçeya diclenews.com cenazeyê Cabbar Taşkin ê ku şeva borî ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, ji ber êrîşan ev 2 roj in li malekê tê rawestandin.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 20 roj in qedexeya derketina derve didome û jiyana li bajêr di rewşeke awarte berdewam dike. Şeva 31ê Berfanbarê welatiyê bi navê Cabbar Taşkin ê 40 salî di encama gulebarana hêzên dewletê de birîndar bû û ji şev heta sibehê bi wê birîndariya xwe ma. Ji ber ku êrişan heta sibehê berdewam kir û Taşkin ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

    Cenazeyê Taşkin ev 2 roj in li malekê tê rawestandin û ji ber êrişen hêzên dewletê ambûlans jî bi hinceta ewlehiyê nakeve taxê.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbînê li dijî wesayîta zirxî êrişa bi roketan
    Pûtîn li Îsraîlê mirovê salê hate hilbijartin
    YNK: ‘Bila Barzanî bimîne’; GORAN: ‘Bila Barzanî here’
    PANORAMA 2015 - KURDISTANA ÎRANÊ
    Etîketan:
    nexweşxane, cenaze, bi hinceta ewlehiyê, hêzên dewleta tirk, rewşa awarte, qedexeya derketina derve, Cabbar Taşkin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de