05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    PKK

    PANORAMA 2015 - KURDISTANA ÎRANÊ

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13512

    Li gorî raporta Kurdistan 24ê, di nava sala 2015an de du bûyerên girîng mora xwe li rojeva Kurdistana Îranê xistiye: Danûstandina partiyên kurdan bi Îranê re û şêweyê mirina Ferînaz Xusrewanî.

    Danûstandin
    Destpêka sala 2015an Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê Xalid Ezîzî eşkere kir ku li Hewlêrê ligel aliyê Îranî rûniştine; lê belê negehiştine encamekê.
    Parêzgarê Sineyê Ebdulmihemmed Zahîdeyî jî bi civîneke çapemeniyê ragihand ku haya wî ji danûstandinên navbera berpirsên Îranê û partiyên kurdan heye.

    Xelata Aştiyê
    Du rêveberên Ajansa MukriyanNews Mesûd û Xusro Kurdperwer nûçeyên li ser binpêkirina mafên mirovên Kurdistana Îranê belav dikirin û cezayê 6 salên girtîgehê li wan hatibû birîn.
    Beriya çend mehan Mesûd Kurdpûr hate azadkirin; lêbelê hê di meha Sibatê ya 2015an de her du rojnamegeran Xelata Azadiya Raderbirînê wergirtibûn.

    Qetlkirina Ferînaz Xusrewanî
    3ê Gulana 2015an Ferînaz Xusrewanî bi awayekî cihê gumanê li otêla Tara ya bajarê Mehabadê jiyana xwe ji dest da. Li gorî welatiyên Mehabadê xwediyê otêlê yek ji karbidestekî îranî bû û xwestibû destdirêjiya Ferînazê bike.
    Li ser vê bûyerê xwepêşandaneke berfireh dest pê kir. Xwepêşandan li bajarên din ên kurdan jî belav bûn û di encama van xwepêşanan de jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

    Aloziya di navebra PDK-Î û PKKê de
    Her du Partiyên Demokrat ên Kurdistana Îranê biryar dabûn ku vegerin çeperên xwe yên li Kurdistana Îranê. Roja 24ê Gulana 2015an, li Kêleşînê di navbera gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hejmarek pêşmergeyên Partiya Demikrat a Kurdistanê-Îran de (PDK-Î) şer û alozî derket. Di encamê de pêşmergeyekî PDK-Î jiyana xwe ji dest da. Pişt re her du aliyan dest bi gotûbêjê kirin û PKKê amadebûna xwe pêşan da ku bi danûstandinan pirsê çareser bikin.

    Koça dawî ya Ehmed Qazî
    Meha Gulanê ya 2015an, nivîskar û siyasetmedarê kurd Ehmed Qazî li nexweşxaneyeke Tehranê koça dawî kir. Piştî mirina Hêmin Mukriyanî, Ehmed Qazî li Urmiyê kovara Sirwe bi rê ve dibir û bandoreke wî ya zêde li ser edebiyat û rewşenbîrên kurd hebû.

    Xwepêşandana li dijî IRNAyê
    Di dawiya 2015an de malpera ajansa fermî ya Îranê (IRNA) nûçeyek derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya li Tirkiyayê de belav kiribû û gotibû: ‘Zilamê şerwalkurt ê Bakurê Iraqê’ Li ser vê yekê çalakvanên Kurdistana Îranê kampanyayeke nerazîbûnê li dijî raporta IRNAyê dan destpêkirin û rayedarên ajansê neçar man ku wê nivîsê ji malpera xwe derxin û hincetan ji bo şaşiya xwe bibînin.

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya zarokê li Sûrê qetilkirî diyar bû
    Li Rojava kurd bi pêş ve diçin
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    DAIŞê êrişî Pêşmerge kir! Hemû DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    Xelata Azadiya Raderbirînê, binpêkirina mafên mirovên Kurdistana Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-Î, Ajansa Fermî ya Îranê (IRNA), Hêmin Mukriyanî, Ehmed Qazî, Ferînaz Xusrewanî, Ebdulmihemmed Zahîdeyî, Xusro Kurdperwer, Mesûd Kurdperwer, Xalid Ezîzî, Kurdistana Îranê, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de