23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Binçavkirin, operasyon

    Operasyonên siyasî dewam dike: 16 kes hatin girtin

    © Foto: AA / Erhan Elaldı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Li Îzmîr, Bursa, Mêrdîn û Kocaeliyê 16 kes hatin girtin.

    Li gelek bajarên kurdan û metropolên tirkiyeyê operasyonên li dijî welatiyên kurd berdewam dike.

    MÊRDÎN
    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 26ê kanûnê de welatiyên bi navê Serhat Yildirim, Hakki Ay, Hamdullah Çelîk, Erkan Taşkan, Servan Sertkaya û Nurullah Sertkaya hatibûn binavçkirin derxistin dozgeriyê.
    Piştî îfadeyan 6 welatî bi îdiaya ‘endamê rêşistinê ne' sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê jî biryara girtinê da. Welatiyên hatin girtin şandin GirTîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

    AMED
    Meşa di 22ê Kanûnê ya ji bo şikandina dorpêçê li navçeya Sûrê ya Amedê, polêsan êrişî meşvanan kir, di encama êrişê de gelek kes birîndar bûn. Li navçeya Balar ciwanê bi nave Recep Çanak (26) ji aliyê polêsên tirk ve hat bîrindarkirin. Çanak ê rewşa wî giran, ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yeşîrgîlê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Çanak ê hat binçavkirin, birin Şaxê TEMê yê Muduryeta Emnî ya Amed ê.

    ÎZMÎR
    8 welatiyên ku 2 roj berê li navçeya Menemen a Îzmîre li taxa Asarlikê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê anîn dozgeriyê. 6 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan. Welatiyên bi navê Ugur Gul û Muhammed Şavran bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 2 welatî bi îddiaya ‘endamê rêxistinê ne', ‘tevlî xwepêşandanên bê destûr bûne' û ‘zirar dane malê civakê' hatin girtin.

    BÛRSA
    Li Zanîngeha Uludagê ya Bursayê 39 xwendekarên ku beriya merasîma bîranînê ya ji bo Roboskê hatin binçavkirin. Ji xwendekarên hatin binçavkirin 36 xwendekar duh êvarê piştî îfadeyên wan ên li emniyetê hatin bedan. Xwendekarên bi navê Sînem Erdogan, Omer Aras û Burak Bakirhan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 3 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê derbarê 3 xwendekaran de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kirine' biryara girtinê da.

    KOCAELÎ
    Li Zanîngeha Kocaeliyê, polês duh êrîşî bîranîna Komkujiya Roboskê kiribûn û 32 xwendekar binçav kiribûn. Xwendekarên bi navê Huseyîn Erpolat, Emre Çîkdem, Mizgîn Dag, Cîhan Kertîş û Salîh Mehmet Ozbakır, bi hinceta lêpirsîneke ku berê derbarê wan de hatiye vekirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 5 xwendekar jî bi îddiaya ‘endamê rêxistinê ne' hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Bîlonçoya îro: Nêzî 60 welatiyên kurd hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin
    Li Enqereyê du komkuj hatin girtin
    Li Îdirê 5 kes hatin girtin
    Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
    Li Colemêrgê dibistan hatin girtin
    4 keştiyên rûsî li Keştîgeha Samsunê hatin girtin
    Etîketan:
    Kocaelî, Îzmîr, Amed, Mêrdîn, Bursa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de