09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik

    Bayik: ‘Wê şer gurtir bibe'

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 969 0 0

    Cemîl Bayik got: ‘Vê polîtîkaya AKPê diyar dike ku ew ê şer di serdema pêşiya me de gurtir bibe. Wê kurd jî berxwedana herî mezin a di dîrokê de pêş bixin.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya îro ya li rojnameya Azadiya Welat de, deklerasyona xwerêveberiyê ya KCDê û êrişên hêzên dewletê û mijarên rojevê de ye nirxand.

    Bayik got: ‘Em wisa difikirin ku biryara şer di civîna MGKê ya 30ê Cotmeha 2014an de hatiye girtin. Niha tê fêmkirin ku biryara şer ji zû ve hatiye girtin. Di havîna 2014an de talîmat ji waliyan re şandin, bi sîmîlasyona ku di meha Îlonê de hatiye amadekirin nîşan dide ku ji berê ve biryara şer hatiye girtin.

    Bayik derbarê deklerasyona KCDê de wiha got: ‘Ji ber biryara şer, nerazîbûneke mezin nîşanî pêşniyara Xweseriya Demokratîk a KCDê didin. Ev polîtîka û zîhniyeta ku biryara şer dide, pêşniyarên KCDê yên maqûl û divê bên nîqaşkirin wekî îxanet û provokasyon bi nav dikin. Ji bo gelên Tirkiyeyê bizêrînin vê pêşniyarê wekî cudaxwazî didin nîşandin. Ji bo mijarê berovajî bikin, îdraqeke şaş biafirînin dibêjin ‘em nahêlin dewletê ava bikin'. KCD ji bo demokratîkbûyînê çareseriyeke siyasî pêşniyar dike. ‘

    Bayik derbarê helwesta CHPê de wiha got: ‘CHP ji bo xwe dibêje ew sosyal demokrat im lê belê refleksên wê li gorî gotinên wê nînin. Tirkiyeya salên 1930î û şert û mercên dinyaya wê demê cuda bûn. CHP hê jî bi paradîgmaya wan salan dipayê ku ew ê sosyal demokrat be. Hele ku CHP xwe wekî partiya damezirîner dibîne; divê ku bi ruhê Meclîsa 1920î û destûra bingehîn a 1921an tevbigere. Eger ku îro roj eniya faşîst a AKP û MHP'ê ew ê were paşxistin divê ku CHP jî di nav hêzên demokrasiyê de bi vegotin û helwesteke hevpar seknekê nîşan bike. Niha di her firsendê de ji kurdan re dibêjin ev daxwaz û ew daxwaza we nayê qebûlkirin. ‘

    Cemîl Bayik dawiyê de wiha got: ‘Bêguman bi vî mêjiyê di nav meclisê de hemû daxwazên kurdan ew ê bên redkirin. Kurd ji xwe nepêkan e ku di nav meclîsê de bibin piranî. Niha jî bi hêzên demokrasiyê re encax dikarin bibin ji sedî 20 meclîsê. Ji lewre eger siyaseta Tirkiyeyê demokratîk nebe kurd li meclîsê çi jî bibêjin vala ye. Eger ku her tim bibêjin; em piranî ne, em çi bibêjin ew ê wisa be. Ew ê hemû daxwazên demokratîk ên kurdan û yên civakên dîtir bên redkirin. Di rewşeke wiha de li hemberî kesên ku daxwazên demokratîk bînin ziman û yên ji bo van daxwazan têbikoşin teqez wê şer bê pêşxistin. Ji xwe tişta ku îro roj tê jiyîn jî ev e. Vê polîtîkaya AKPê diyar dike ku ew ê şer di serdema pêşiya me de gurtir bibe. Wê kurd jî berxwedana herî mezin a di dîrokê de ew ê pêş bixin.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCKê bang li gelê Elewî kir
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    Etîketan:
    KCK, Cemîl Bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de