13:32 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Çekdarên YPGê

    Medya amerîkî: Tirkiye serkeftina kurdan qebûl nake!

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 174 0 0

    Malpera înternetê ya Business Insidera amerîkî di gotareke xwe de got, rizgarkirina bendava Teşrînê ji terefê hêzên kurd, ji bo Tirkiyeyê heqareteke mezin bû.

    Navenda Nûçeyan — Malpera înternetê ya Business Insidera amerîkî di gotareke xwe de got, rizgarkirina bendava Teşrînê ji terefê hêzên kurd, ji bo Tirkiyeyê heqareteke mezin bû.

    Di berdewamiya nivîsê de tê gotin ku AKPê derbasbûna hêza kurd (PYD) bo rojavayê rûbarê Firadê wekî xeta sor bi nav kiribû. Lê şervanên kurd û Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bendava Teşrînê ku li ser rûbarê Firadê ye bi dest xistin û politikaya Enqereyê ya Sûriyeyê bi tevahî têk birin.

    Di domandina nivîsê de tê gotin ku çekdarên kurd û HSD bi dest xistina bendava Teşrînê ne tenê DAIŞê winda kir, her wiha ev operasyon ji bo Tirkiyeyê jî heqareteke mezin bû, lewma Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ji bo ku serkeftina kurdan qebûl neke dest xistina bendava Teşrînê sparte hêzên ereb.

    Tirkiye ditirse Ezazê winda bike

    Business Insidere di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje, hêzên kurd yên Sûriyeyê hêdî hêdî ber bi bajarê Ezazê ve diçin. Tirkiye bajarê Ezazê ji bo ku çek û alîkariyê bighîne rêxistinên Helebê wekî korîdorê bi kar tîne. Lê ketina Rûsya bo Sûriyeyê, şert û mercên Tirkiyeyê li wê herêmê asteng û guherand.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov, navê du grûbên terorîst yên Sûriyeyê eşkere kir
    Artêşa Sûriyeyê derbeyek mezin li konvoya petrolê ya DAIŞê xist
    Lavrov: Mixalifên sûriyeyî bê biryar man
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarokê Teşrînê rizgar kirin (Hate nûkirin)
    Artêşa Sûriyeyê baregeheke leşkerî rizgar kir
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), YPG, DAIŞ, Ahmet Davutoglu, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de