08:08 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Cengiz Gunay

    Odeya Bijîjkan a Amedê: ‘Mafê dermankirinê hatiye rakirin’

    © bingolhaberi.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1201

    Li gorî nûçeya anfkurdi.com, Odeya Tabîban a Amedê ragihand ku li hinek bajarên kurdan mafê dermankirinê hatiye îxlalkirin û bi taybetî jî pitik, zarok, jin, kal û pîr gelekî mexdûr dibin.

    Goran
    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Amed — Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê Cengîz Gunay ji ber ku nexweşxane ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve wekî baregeh tên bikaranîn nerazîbûn nîşan da û got: ‘Li Sûr, Silopiya, Cizîr, Kerboran û Nisêbînê bi hefteyan e qedexeya derketina derve dewam dike. Qedexeya li Nisêbînê her çend di fermiyetê de hatiye rakirin jî, hîn di meriyetê de ye. Jixwe rayedarên dewletê daxuyandibûn ku qedexeyên derketina derve di fermiyetê de bên rakirin jî di pratîkê de wê bidomin.’

    Gunay ragihand ku bi van qedexeyan re mafên jiyan, stargeh, xwedîkirin, tenduristî û perwerdehiyê ku wekî mafên sereke yên cîhanî tên binpêkirin û destnîşan kir ku pitik, zarok, jin, kal û pîr gelekî mexdûr dibin.

    Serokê Odeya Bijîjkan diyar kir ku li heremên kurdan gelek navendên tenduristiyê bi hinceta 'ewlekariyê' xizmetê nadin û eşkere kir ku li van herêman nexweşên wan ên ji nexweşiyên kronîk, tansiyon û şekir hene; lêbelê ji ber qedexeyê ew nikarin rewşa wan bişopînin û tedawî bikin.

    Gunay daxuyand ku li taxan elektrîk û av li ser hatiye birîn; herwiha ji ber ku destûr nayê dayîn şaredarî çopê kom bike, xetere heye ku nexweşiyên şewbê rû bidin û xwest ku di vî warî de tavilê tedbîr werin girtin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li bajarê Rûmadî 40 sivîl kuştin
    Li Qamişloyê 3 êrişên komkujî: 18 kuştî û 32 birîndar
    GORAN: 'Divê dewleta kurdî bilez bê avakirin'
    Îraq Tirkiya tehdît kir
    HPG: Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    hêzên çekdar ên dewletê, rayedarên dewletê, nexweşiyên kronîk, bi hinceta ewlehiyê, navendên tenduristiyê, heremên kurdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de