06:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Nurî El Malikî

    FLAŞ ÎDIA - Serokwezîrê berê çek dane PKKê

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat îdiakirin ku PKKê, bi rêvebiriya Bexdayê û bi milîsên Heşda Şebî re civîneke veşartî kir û ji Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malîkî çek wergirtin.

    Navenda Nûçeyan — Hat îdiakirin ku PKKê, bi rêvebiriya Bexdayê û bi milîsên Heşda Şebî re civîneke veşartî kir û ji Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malîkî çek wergirtin.

    Parlamenterê Iraqê Şahawan Abdullah îdia kir ku çend roj berê heyeteke PKKê li Bexdayê bi rayedarên hikumetê û bi bepirsên rêxistina Heşdî Şebî re civîneke veşartî kirin.

    Abdullah di axaftina xwe de got, hevdîtina herdu aliyan ji bo berta şandina leşkerên Tirkiyeyê bo şandina herêma Başîqayê bû. Bexda dixwaze li hemberî Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê PKKê bi çek bike.

    Endamê Komîsyona parastinê ya Parlamentoya Iraqê Şahawan Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de got, tu destûra Bexdayê tuneye ku tevlî karê Herêma Kurdistanê bibe û li Dihokê midexaleyan bike.

    Abdullah di dirêjiya axaftina xwe de got, Bexda bi çekdarkirina PKKê û milîsên Heşdî Şebî dixwaze li herêm û li Şengalê desthilatiyê bi dest bixe. Pêşmerge ev du sal in li dijî DAIŞê şer dike û heta niha tu alîkarî ji Bexdayê wernegirtiye. Malîkî, di sala 2014an de berî şerê DAIŞê bi rêyên qaçax çek ji Qendîlê re şandin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Amerîka nebûya, Tirkiye nikarîbû li Iraqê bê hurmetî bikira
    Iraqê ji Serokê Kurdistanê alîkarî xwast
    Iraq: Tirkiye leşkerên xwe yên Mûsilê venekişandiye
    Li sînorê Iraq û Sûriyeyê 120 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, Serokwezîrtiya Iraqê, PKK, Heşda Şebî, Şahawan Abdullah, Nûrî Malikî, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de