08:07 18 Kanûn 2017
Zindî
    Qamışlo

    ROJAVA – SÛRIYA: Diyalog-hevdîtin-muzakere

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî nûçeya Rûdawê Serokê Desteya Hevrêziyê Hesen Ebdulezîm ji Şamê gihiştiye bajarê Qamişloyê yê Rojava û ligel rayedarên Rêveberiya Xweser civiyaye.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Desteya Hevrêziyê ya Muxalefeta Sûriyayê (Heyet Et Tensîq) Hesen Ebdulezîm li bajarê Qamişloyê yê Rojava çû serdana Qamişloka Rojava û ligel şandeke Rêveberiya Xweser a bi serokatiya Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve yên Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer civiya.

    Li gorî agehiyên derdest, Hesen Ebdulezîm di çarçoveya vê serdana li Rojava de dixwaze ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) razî bike û di nav Desteya Hevrêziyê de mayîna wê garantî bike.

    Hêjayî gotinê ye ku Muxalefeta Sûriyayê PYD venexwendibû Konferansa Riyadê û rastî rexneyan hatibû. Herwiha PYD jî li Dêrikê Konferansa Rimêlanê li dar xistibû û xebatên li derve bê bingeh hesibandibû.

    Bi heman mijarî:

    Bavê ku xwest zarokê xwe rizgar bike hate kuştin
    Baydemir: Dewlet li derveyî qanûnan tevdigere û sûcê şer dike
    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê
    Pûtîn, sersala nû ya serokên cihanê pîroz kir
    Erebistan û Tirkiya Konseya Hevkariya Statîjîk ava dikin
    Etîketan:
    Konferansa Rimêlanê, Konferansa Riyadê, Desteya Pêwendiyên Derve yên Kantona Cizîrê, Desteya Hevrêziyê ya Muxalefeta Sûriyayê (Heyet Et Tensîq), Ebdulkerîm Omer, Hesen Ebdulezîm, Sûriya, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de