06:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir: Dewlet li derveyî qanûnan tevdigere û sûcê şer dike

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî nûçeya BestaNûçeyê Parlementerê HDPê Osman Baydemir derbarê kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û cenazeyên wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin de axivî û bertek nîşanê gefên Mudîrê Emniyeta Şirnexê da.

    Navenda Nûçeyan – Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir derbarê cenazeyên li Şirnexê rawestandî got: ‘Heta ku qedexe ranebin dê cenaze neyên definkirin. Kesên ku gule berdan zarok û seydayê 70 salî dikarin kesên cenazeyan radikin jî gulebaran bikin. Lewre divê demildest qedexeya li ser Cizîr û Silopiyê bê rakirin.’

    ‘Tiştên ku li ser cenazeyan pêk tên li derveyî îmanê ne’
    Baydemîr anî ziman ku li Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbîn tiştên ku tên pêkanîn derveyî exlaq û hiqûqê ne û wiha got: ‘Polîtîkayên dewletê yên salên 90î nehatine guhertinê; piştî qulibandina maseya muzakereyê cardin ket dewrê. Biryara qedexekirina derketina kolanê û rewşa awarte ne karê qeymeqam û waliyan e. Li holê bêedaletiyek heye. Niha tiştê ku tê pêkanîn sûcê şer e.’

    ‘Ji bo pêkvejiyanê bêdeng nemînin’
    Baydemir got ku divê rojavayê Tirkiyayê li hemberî qetlîamên ku pêk tên bêdeng nemînin û wiha bi dawî kir: ‘Ger gelê tirk bixwaze bi gelê kurd re bijî divê bibêje “li ser navê min qetliyaman neke” divê tu kes li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.’

    Bi heman mijarî:

    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê
    Pûtîn, sersala nû ya serokên cihanê pîroz kir
    Erebistan û Tirkiya Konseya Hevkariya Statîjîk ava dikin
    Li Cizîrê xebatkarê tenduristiyê hat kuştin
    Demîrtaş: Divê em bi Davutoglu re hevdîtinê bikin
    Ji bo kurdan mizgîniya sersalê: Başûrê Kobanê rizgar bû
    Etîketan:
    sûcê şer, qulibandina maseya muzakereyê, polîtîkayên dewletê, derveyî exlaq û hiqûqê, rewşa awarte, qedexeya derketina derveyî malan, bêedaletî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), osman baydemir, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de