18:02 13 Kanûn 2017
Zindî
    Koma Aştiyê li Amedê

    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Komeke ku ji navdarên civaka kurdan û tirkan pêk tê li Amedê banga aştiyê û diyalogê kir.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Endamên "Koma Aştiyê" ya ku ji bo banga aştî, diyalog û çareseriyê hatin Amedê li Sumerparkê daxuyaniyek xwendin. Hunermend, akademîsyen, 106 kesên navdar ên ku civaka kurdan û tirkan ji nêz ve nas dikin, xwestin dengê çekan were birrîn û her du aliyên şer careke din vegerin maseya diyalogê.

    Daxuyaniya bi tirkî ya li ser navê komê ji aliyê lîstikvana sînemayê Lale Mansur û ya kurdî jî ji aliyê stranbêj Rojda hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

    ‘Em ji Amedê bang li hemûyê Tirkiyayê dikin: Em bi lez û bez ber bi şerekî navxweyî ve diçin, gelo me hay jê heye? Em bangî li kesên ku ji parçebûna welêt ditirsin dikin: Welat parçe dibe, dil ji hev vediqetin, gelo me hay jê heye? Em bang li kesên biryara vî şerî dane dikin: Li ser mirinan, li ser xwînê, li ser xerabkirinê deshilatdarî nayê avakirin. Bisekinin, bibînin, fêm bikin; biryara we ya şerî dibe fîşeng, dibe bombe, dibe agir û mirovan dikuje. Biryara we ya şerî xwezayê, dîrokê, çandê, mîrateya mirovahiyê, hevaltiya mirovan, xwîşk û biratiyê têk dibe; gelo me hay jê heye?’

    Koma Aştiyê ji bo rawestandina çekan bangek wiha kir: "Ji bo ku dengê wicdaneke hevpar bidin bihîstin em li vir in: Bila dest ji çekan bên kêşan, bila dengê çekan bê birîn, bila dawî li mirinan û kuştinan were. Bila maseya çareseriyê dîsa bê avakirin, parlemento jî bila di nav pêvajoyê de cî bigire. Bila di atmosfereke demokratîk de hevdîtin û axaftin pêk werin kirin.’

    Endamên Koma Aştiyê piştî daxuyaniyê ber bi Sûrê ve meşiyan û li Qada Şêx Seîd jî banga aştiyê bi daxuyaniyê dubare kirin.

    Endamên Koma Aştiyê dê îro bi rayedarên Walitiya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re jî hevdîtinan pêk bînin.

    Koma Aştiyê li Amedê
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Koma Aştiyê li Amedê

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, sersala nû ya serokên cihanê pîroz kir
    Erebistan û Tirkiya Konseya Hevkariya Statîjîk ava dikin
    Li Cizîrê xebatkarê tenduristiyê hat kuştin
    Ji bo kurdan mizgîniya sersalê: Başûrê Kobanê rizgar bû
    Artêşa Sûriyeyê pêşveçûna xwe ya li dijî DAIŞê didomîne
    Etîketan:
    Qada Şêx Seîd, atmosfera demokratîk, rawestandina çekan, dengê wicdaneke hevpar, parçebûna welêt, şerê navxweyî, banga aştî, diyalog û çareseriyê, maseya diyalogê, Koma Aştiyê, Rojda, Lale Mansur, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de