23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Adil El Cubeyr

    Erebistan û Tirkiya Konseya Hevkariya Statîjîk ava dikin

    © Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1001

    Li gorî nûçeya Reutersê Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê Adil El Cubêr li Riyadê ligel hevşanê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu civîneke çapemeniyê li dar xistiye û derbarê rojeva hevdîtina xwe de bi rojnamegeran re axiviye.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê Adil El Cubêr di axaftina xwe de got ku Erebistana Siûdî û Tirkiya dixwazin “Konseya Hevkariya Statîjîk” damezrînin.

    Li gorî gotina Cubêr ev konsey dê girîngiyê bide mijarên leşkerî, ewlehî, aborî, bazirganî, enerjî û razemeniyê.

    Hêjayî gotinê ye ku ev biryara damezrandina konseyê piştî ragihandina Hevpeymaniya Îslamî kete rojeva her du welatan.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Divê em bi Davutoglu re hevdîtinê bikin
    Artêşa Sûriyeyê pêşveçûna xwe ya li dijî DAIŞê didomîne
    BEAS û DAIŞê şer kir: Rewşa awarte û 47 kuştî
    Etîketan:
    Konseya Hevkariya Statîjîk, hevpeymaniya leşkerî ya îslamî, Wezareta Karên Derve yên Erebistanê, Adil El Cubêr, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de