00:44 13 Kanûn 2017
Zindî
    Selahattin Demîrtaş

    Demîrtaş: Divê em bi Davutoglu re hevdîtinê bikin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş, rexne li betalkirina randevuya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu kir û got, divê em hevdîtinekê bikin.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş, rexne li betalkirina randevuya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu kir û got, divê em hevdîtinekê bikin. Digel pevçûnên kolanan û tansiyona ketî ya siyasetê jî divê em hev bibinin.

    Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo pêwendiyên fermî serdana Azerbeycanê û bi Serokomar İlhan Aliyev re civîneke çapemeniyê li dar xist.

    Demîrtaş di axaftina xwe de got, em ji bo diyalogê amade ne, divê pirsgirêk ji asta pevçûn û şidetê were derxistin. Makeqanûneke ku HDP ne di nav de be tucarî nabe peymaneke civakî.

    Ma wî randevu ji Onder stand ku betal kir?

    Hevserokê HDPê di berdewamiya axaftina xwe de got, ma serokwezîr randevu ji Sirri Sureyya Onder stand ku betal kir. Digel her tiştî jî em alîgirê hevdîtinê ne û divê em hev bibînin. Digel pevçûnên kolanan û tansiyona ketî ya siyasetê jî divê em hev bibînin. Randevuya ku hatiye betalkirin divê dîsa têkeve rojev ê. Nîqaşên girtina partiyê vala ne. Tirkiye bi girtina partiyan naghîje tu dere.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Derheqê Demîrtaş de lêpirsîna ‘xweseriyê'
    Demîrtaş: Bend û xendek li dijî biryara Enqereyê hatine avakirin
    Demîrtaş: ‘Hikûmetê meşrûyeta xwe winda kiriye'
    Demîrtaş, ajandeya xwe ya Moskovayê eşkere kir
    Di serdana Demîrtaş ya Moskovayê de çi heye?
    Etîketan:
    AKP, HDP, Sirri Sureyya Onder, Ahmet Davutoglu, Selahatîn Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de