20:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Sûriya Demokratîk

    Ji bo kurdan mizgîniya sersalê: Başûrê Kobanê rizgar bû

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandariya Giştî ya HSDê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bîlançoya pêngava operasyona xwe ya li bejahiya başûrê Kobanê eşkere kir. Fermandariyê diyar kir ku 640 km2, 100 gund û gundik hatin rizgarkirin û 219 endamên DAIŞê hatin kuştin.

    Kobanê - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi civîneke çapemeniyê ku li Bendava Tişrîn li dar xist bîlançoya pêngava duyemîn a operasyona xwe ku di 23yê Kanûnê de li bejahiya başûrê kantona Kobanê dest pê kir, eşkere kir. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Berdevkê HSDê Telal Silo bi zimanê Erebî ve bi beşdariya dezgehên çapemeniyê hat xwendin.

    Daxuyaniya HSDê wiha ye:

    ‘Bi navê xwedayê Yezdan ê dilovan…

    Li ser banga xelkên me yên herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞê yên terorîst û ji bo pêkanîna armancên ku hêzên me li ser bingeha wê hatine avakirin ku em tevahiya xaka Sûriyeyê ji qirêjiya terorê paqij bikin û gelê xwe ji teror û zordariya DAIŞê xelas bikin û gavên ber bi avakirina Sûriyeyke demokratîk, azad û pir rengî operasyona me destpê kir.

    Şeva 23yê kanûnê operasyona me li gorî pilansaziyeke demikî destpê kir. Operasyona ji du aliyan ve hat meşandin, di milê yekemîn de firehiya 37 km bû heta ku em gihiştin Bendava Tişrîn, aliyê din jî firehiya wê 26 km bû. Bi vê yekê bandora çeteyên DAIŞ'ê, hewldanên wan ên bicihkirina mayînan û tirimpêlên bombebarkirî hatin pûçkirin. Li pêşiya wan rê nema. Di demeke kurt de çeteyan binketineke mezin jiyan kirin. Operasyona di 23yê Kanûnê de destpê kir û di 25ê kanûnê de herdu aliyên operasyonê li aliyê rojhilatê Bendava Tişrîn gihiştin hev. Bi vê yekê herêma başûrê gundewarê kantona Kobanê bi temamî hat rizgarkirin. Hêzên me sibeha 26ê kanûnê derbasî Bendava Tişrîn bûn. Hin agahî hebûn ku DAIŞ dê bendavê biteqîne û hilweşîne. Ji ber vê yekê me hin tedbîr girtin da ku bendav parastî bimîne.

    Piştî ku Bendava Tişrînê hat rizgarkirin, hêzên me li devera Mesakin a bendavê li dor wê zîvirîn û ev herêm bi temamî paqij kirin. Gund û girên li derdora bendavê jî hatin rizgarkirin da ku hêzên me yên li wê herêmê werin parastin. Li derdora bendavê hin mayîn û bombeyên ku çeteyan bicih kiribûn ji aliyê yekîneyên endizyarî hatin bêbandorkirin, her wiha hemû karkerên ku çeteyan ew li bendavê girtî hiştibûn hatin serbestberdan. Yek ji karkeran li ser destê çeteyan şehîd ket.

    Wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) em parastina vê bandavê wekî erk û peywira xwe dibînin. Me berpirsyariya birêvebirina karûbarên bendavê û vêxistina wê radestî Desteya Enerjiyê ya Kantona Kobanê kir da ku ceyranê bi awayekî wekhev bide hemû herêman. Ji bo xelkên me yên sivîl jî em dibêjin ku em ê hertim bi wan re alîkar bin û tu caran li ser wan nabin bar. Em jî dizanin ku ew ji neçarî li herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞê de diman, ev yek rastiyeke û çeteyan li ser wan ferz kiribûn. Em ji wan hêvî dikin ku piştgiriyê bidin hêzên me, di navbera me û wan de têkiliyên biratî, mervantî, jiyan û çarenûsî hene.'

    Telal Silo bal kişand ser hêzên ku cihê xwe di nava operasyonê de girtin erkên xwe bi awayekî aktîf li gorî pilana me bicih anîn û navên wan wiha rêz kir:

    — Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
    — Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)
    — Tabûrên Şems El-Şemal
    — Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran)
    — Kombûna Tabûrên Firat-Cerablusê
    — Meclîsa Leşkerî ya Suryanî
    — Lîwaa El-Tehrîr (Tugaya Rizgariyê)
    — Kombûna Tugayên Cizîrê

    Em malavahiya van hêzên ku piştgirî jî dan me dikin:

    — Hêzên Asayîşê
    — Hêzên Erka Xweparastinê
    — Hêzên Parastina Civakî (HPC)

    Telal Silo diyar kir ku ev pêngava operasyonê bi awayekî kordînekirî bi Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê re hat kirin, ev yek jî bû alîkar ku operasyon biser bikeve û bigihêje armancên xwe.

    Silo got: ‘Di vê operasyonê de 100 gund û gundik bi firehiya 640 km2 ji destê çeteyan hat derxistin, 219 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin cenazeyên 178an ji wan ketin destê hêzên me.'
    Di vê pêngavê 9 lehengên me piştî qehremantiyeke mezin şehîd ketin, 7 ji wan şehîdên QSDê û 2 jî yên Hêzên Asayîşê bûn.

    Em bang li ciwanan dikin ku beşdarî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin. Ev hêzeke niştîmanî ne girêdayî hêzên derve ye, armanca wê zelal û eşkere ye. Ew dixwazin yekîtiya pêkhateyên welatê me Sûriyeyê yên Kurd, Turkmen, Ereb, Suryan, Asûrî û hwd pêk were, her wisa armnca em şerê li dijî teror û çeteyên DAIŞ'ê ye ku hemû xaka me ji wan were rizgarkirin.

    Di dawiyê de em serkeftina heyî û hemû serkeftinên berê û yên tên li malbatên şehîdan, birîndaran û lehengên xwe ku ji bo parastina ewlehî, azadî û aramiya vî welatî canê xwe feda kirine, pîroz dikin.
    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)'

    Bi heman mijarî:

    HSDê bi alikariya Rûsyayê êrişî Reqayê kir
    Armanca YPGê û HSDê Kobanî bi Efrînê ve girêde
    HSDê, 3 gund û 3 gundik rizgar kirin
    HSDê Tîşrîn rizgar kir û gihîşt Çiyayê Girêdan
    HSDê hewl dide ku Bendava Teşrînê ji destê komên xwînrij derxe
    HSDê 5 gundên din ji DAIŞê paqij kir
    HSDê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir
    Etîketan:
    Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), Telal Silo, Bendava Teşrînê, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de