20:11 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hevdîtina Dolmabahçeyê

    Dîcle: ‘Xweseriya Demokratîk di Mutabaqata Dolmabahçeyê de hebû'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hatip Dîcle ragihand ku xweseriya demokratik di metna mutabaqata Dolmabahçeyê de hebû. Herwiha Mutabaqat piştî ku dewlet dinav xwe de nîqaş kir hate eşkere kirin.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Kongreya Ciwaka Demokratîk(KCD) Hatîp Dîcle derbarê hevdîtinên li Îmraliyê û nîqaşên di vî warî de hatin kirin axivî û got: ‘Di diyalogên li Îmraliyê de Mutabaqata Dolmabahçeyê piştî ku ji aliyê rêberê PKKê ve hat amadekirin û ku dinav dewletê de hat nîqaşkirin paşê hat weşandin'.

    Xala wê ya destpêkê, nîqaşkirin û muzakerekirina demokrasiya neteweyî û demokrasiya xwecihî bû. Serokê PKKê Abdullah Ocalan di wê demê de jî gotibû; Ji niha û pê ve li şûna xweseriya demokratîk ez ê terîma demokrasiya xwecihî bi kar bînim û niyate xwe ya xweseriya demokratik ji dewletê re ragihandibû. Xala destpêkê ya Mutabaqata Dolmabahçeyê jî ev hebû. Lewma ew 10 xalên Mutabaqata Dolmabahçeyê ji ber xwe ve derneketin holê.

    Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle da zanîn ku dewlet bi zanebûn daxwaza xweseriyê berevajî dike, şaş nîşan dide. Tirkiya baş dizane xweserî yan jî xwerêveberî tên wateya çi. Bi zanebûn berevajî tê nîşandan. Armanc ew e ku daxwaza mafdar a xwerêveberiyê ya kurdan, daxwazên xweseriyê ku mafekî xwezayî ye terorîze bikin û sûcdariya cihêkariyê li kurdan bikin.

    Dîcle da xuyakirin, ku piştî mase ji aliyê Serokomar Tirkiyayê ve di destpêka meha Nîsanê de hat qelibandin û zelal bû ku êdî niyeta wan a çareseriya bi rêbaza demokratîk nîne, gel xwerêveberiyên xwe ragihand û pêvajo bi vî rengî derbasî qonaxekê nû bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: Deklerasyona KCDê metna çarçoveya makeqanûnê ye
    KCD: Em dest ji xweseriyê bernadin
    Derbarê Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDKê de lêpirsîn hat vekirin
    KCD: ‘Sebra gelê me nema, li hember zilmê deng bidin'
    KCD: Kuştina mirovan têrê nake êrişî cihên me yên dîrokî dikin
    Etîketan:
    rêbaza demokratîk, Serokomar Tirkiyayê, Serokê PKKê Abdullah Ocalan, Îmrali, Kongreya Ciwaka Demokratîk, xweseriya demokratîk, Hatip Dicle, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de