14:24 11 Kanûn 2017
Zindî
    Seroka Giştî ya ESPê Sultan Ulusoy

    Ulusoy: ‘Xwerêveberî rêya ber bi demokrasiyê ye'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroka Giştî ya ESPê Sultan Ulusoy got: ‘Berxwedana xwerêveberiyê, berxwedana li dijî dîktatoriya AKPê û darbeya Qesrê. Eger karker û kedkarên li rojavayê welêt vê rastiyê nebînin, ew ê bi xurtî têk biçin.'

    Navenda Nûçeyan — ESPê (Partiya Sosyalîst a Bindestan) ji bo berxwedana xwerêveberiyê ya gelê kurd ji gelên li rojava re vebêje, dest bi xebateke siyasî kir. Ev xebat wê bi rêbaza kampanyayê, mehekê bidome.

    Seroka Giştî ya ESPê Sultan Ulusoy derbarê kampanyaya ku wê were kirin de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî.

    Ulusoy derbarê deklerasyona KCDê de got: ‘Deklarasyon formulekirina berxwedana xwerêveberiyê ye ku demeke dirêj e ji aliyê gele kurd ve tê meşandin. Ji bo rojava jî mînakek pêşketî ya demokrasiya yekser e. Lewma işaret bi rêya pêşvebirina demorkasiyê dike.'

    Ulusoy da xuyakirin, ku karker û kedkarên li rojvayê Tirkiyeyê, divê hurmetê nîşanî vîn û şêweyê xwerêvebirinê yê gelê kurd bidin û got: ‘Pêwîste bê dîtin ku bi berxwedana xwerêveberiyê re di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ya li rojava jî tê parastin. Berxwedana li Cizîr, Silopiya, Kerboran an jî Nisêbînê di heman demê de têkoşînek ji bo jiyaneke demokratîk a karker û jinên li rojavayê welêt e. Eger karker û kedkarên li rojavayê welêt vê rastiyê nebînin, ew ê bi xurtî têk biçin.'

    Ulusoy wiha got: ‘Me ji xwe re weke berpirsyarî dît ku li gorî hêza xwe vê berxwedanê mezin bikin. Li her devera Kurdistanê me di nava berxwedanê de cih girt û mezinkirina têkoşînê esas girt. Bêguman em niha di asta bilindkirina têkoşînê de ne. Eger zilm li Kurdistanê gihaştibe vê astê, wê demê xendek jî di nav de her rêbazên parastinê maf e, rewa ye. Em heta dawiyê vê diparêzin. Dewlet ji xwe bi dijminane helwestê li hemberî xendekan nîşan dide.'

    Sultan Ulusoy li ser kampanya partiya xwe ya ev agahî da: ‘Aliyê 'Komkujiyan rawestîne' wê di kampanyayê de derkeve pêş. Me ev kampanya beriya kongreya KCD'ê diyar kiribûn. Tevî vegotina terora dewletê û rewşa awarte, bi kampanyayê re her wiha wê girîngiya hevdîtina bi Birêz Ocalan re di çarçoveya Mutabakata Dolmabahçeyê de û pêwîstiya terikandina helwesta dijminane ya li şoreşa Rojava bê vegotin. Ji bo vegotina xwerêveberiyê wê belavok werin belavkirin, afîş bên daliqandin, beşdarî li bernameyên radyo/tv, panel û hevpeyvînan bê kirin. Bi taybetî wê li kolanan çalakî bên lidarxistin.'

    Bi heman mijarî:

    Bîlonçoya îro: Nêzî 60 welatiyên kurd hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin
    Li Sûrê şer: ‘1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin'
    Melayê kurd hate binçavkirin
    Navçeya Şemzînanê hate dorpêçkirin
    Derbarê Yuksekdag û Ulusoy de lêpirsîn
    Medvedev, biryara mueyîdeyên nû yên Tirkiyeyê îmze kir
    Duran Kalkan: ‘AKP dixwaze PDKê li hemberî PKKê û YNKê bide şerkirin'
    Li Îdirê 5 kes hatin girtin
    Etîketan:
    ESP, Sultan Ulusoy
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de