00:17 21 Hezîran 2018
Operasyona binçavkirinê

Bîlonçoya îro: Nêzî 60 welatiyên kurd hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarên kurdan û metropolên tirkiyeyê operasyonên li dijî welatî û siyasetmedarên kurda berdewam dike. Îro herî kêm 60 kes hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin.

Mehmet Ali Şahin
© Foto : AA/ Ahmet Özler
ENQERE
Li navçeyên Enqere Mamak û Sîncanê, polêsan avêtin ser malên kurdan û tê gotin, ku gelek kes hatine binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, yên navên wan hatine hînbûn; Mehtap Kiyaz, Mizgîn Ermîş e û Mucahît ê paşnavê wî nehatiye zanîn e.

FARQÎN
Li navçeya Amed Farqînê, di serdegirtinên danê vê sibehê de ciwanê bi navê Îbrahîm Fîdan hat binçavkirin. Fîdan ê ku li mala xwe ya li taxa Ferîdûnê hat binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê.

WAN
Li taxên navçeya Wan Sarayê, Serokê berê yê DBPê yê navçeyê Fevzî Bargîn û Nîzam Daggezen tevî Cengîz Savaşli yên di 28ê Kanûnê de hatin binçavkirin, derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi îdîaya endametiya rêxistinê' her sê kes sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hatin kirin. Dadgehê biryara girtina her sê kesan da û ew şand Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.

Binçavkirin
© REUTERS / Suzanne Plunkett

KOCAELÎ
Xwendekarên welatparêz û şoreşger ên li Zanîngeha Kocaeliyê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên qirkirinê yên dewletê û protestokirina Komkujiya Roboskî li ber Rektoriya Kampusa Ûmûttepe hatin cem hev. Polêsên tirk êrişî çalakiyê kirin û tevî nûçegihana DÎHAyê ya Kocaeliyê Elîf Çetîner bi qasî 50 xwendekar bi lêdanê girtin binçavan. Xwendekarên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Kaşkal Dere ya Kocaeliyê.

STENBOL/BÛRSA
Li navçeya Stenbol Esenyûrtê, hêzên dewletê danê sibehê avêtin ser malan û 2 kesên girtin binçavan birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Li aliyê din, 2 jê zarok 3 ji 4 kesên duh li Stenbolê hatin binçavkirin û 3 ji 39 xwendekarên li Bûrsayê hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Bi heman mijarî:

Li Enqereyê du komkuj hatin girtin
Li Îdirê 5 kes hatin girtin
Hevseroka HDPê ya Mûşê hate girtin
Hunermendê kurd Aram Serhat hat girtin
Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
Hevserokê KURDÎ-DERê hate girtin
Etîketan:
DBP, Elîf Çetîner, Cengîz Savaşli, Nîzam Daggezen, Fevzî Bargîn, Bursa, Stenbol, Kocaelî, Wan, Farqîn, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de