01:24 14 Kanûn 2017
Zindî
    YDG-H

    Li Sûrê şer: ‘1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin'

    © Foto: Ozgur Gundem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku li navçeya Sûrê ya Amedê di şerê navbera hêzên dewletê û YPSê de 1 tîmê taybet û 3 leşker hate kuştin.

    Amed - Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê li navçeya Amed Sûrê, tîmên tevgera taybet û leşkerên tirk ên ji duh bi şev û vir ve li serê kolanan bi bombe û tankan êrişî taxan dikin, li taxa Hasirli gelek mal şewitandin. Li taxa Savaş jî, ji ber guleyên bombeavêjê lê ket, 3 qatên avahiyek ji 6 qatan şewitîn.

    Di şerê navbera hêzên dewleta tirk û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de hat ragihandin ku 3 leşker û tîmekî taybet ên tirk hatine kuştin. Li gorî agahiyan, cenazeyên her sê leşkeran û tîmê taybet ji cihê şer hatine rakirin. Kask û mertalên wan jî li cihê bûyerê man.

    Derbarê vê mijarê de rayedarên dewletê tu daxuyanî ne da.

    Bi heman mijarî:

    YDG-H: '35 leşker, polês û tîmên taybet hatin kuştin'
    Li Cizîrê teqîn: 3 çawîşên pispor hatin kuştin
    Li dijî 2 wesayîtên zirxî êriş: Gelek polês û leşker hatin kuştin
    YDG-H: ‘1 albay, 69 polês û leşker hatin kuştin'
    HPG: '4 leşker, 3 jî polês hatin kuştin'
    Etîketan:
    YPS, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de