09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Birîndar

    Li Ûrmiyeyê di 8 mehan de 840 kes bi awayekî neasayî hatin kuştin

    © Foto: iew.ir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1401

    Li gorî nûçeya Ajansa Fars a ku zanyariyên xwe ji Rêveberiya Bijîjkî ya Parêzgaha Ûrmiyeyê bi dest xistine, li bajarê Ûrmiyê di nava 8 mehan de 840 kes bi awayekî neasayî hatine kuştin û 19 kes jî bi kêran hatine birîndarkirin.

    DAIŞ
    © Foto: © AP Photo/ Rakka Media Center
    Navenda Nûçeyan — Rêveberê Bijîjkî  û  Qanûnî yê Ûrmiyayê Resûl Rewşenî di gotûbêjeke xwe de rapora hera nû ya derbarê “sedemên kuştin û birîndarkirinên li Ûrmiyeyê” de eşkere kir û got: ‘Di nava 8 mehan de 659 mêr û 181 jin di encama bûyerên cuda û bi awayekî neasayî de jiyanên xwe ji dest dane. Ji van 18 kes di avê de xeniqîne û 19 kes ji bi çekên sar (kêran) jiyanên xwe ji dest dane.’

    Rewşenî îsal û salên derbasbûyî miqayese kir û got: ‘Bûyerên pevçûnê yên ku gihiştine mirinê ji sedî 5, herwiha bûyerên xeniqînê yên di avan de ji sedî 13 kêm bûne.

    Hêjayî gotinê ye ku di rapor û daxuyaniya Rêveberiya Bijîjkî û  Qanûnî ya Parêzgaha Ûrmiyeyê de bûyerên kuştinê yên li ser sînoran cih nagrin. Bi taybetî li ser sinor kolberên kurd di bin navê karên mişextî (qaçax) û neqanûnî de ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve tên kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me li tankerên DAIŞê yên ku diçûne Tirkiyeyê xist
    2016- AMERÎKA: "Tirkiya dê êrişî Rojava bike!"
    Komandoyên SASê çûn navçeya Cizîrê
    Kerkûkî: Faydeya serxwebûna Kurdistanê dê bigihêje Îranê jî
    Kovara Zanko hejmara xwe ya 5an weşand
    Lavrov: Amerîka nebûya, Tirkiye nikarîbû li Iraqê bê hurmetî bikira
    Li Enqereyê du komkuj hatin girtin
    Medvedev, biryara mueyîdeyên nû yên Tirkiyeyê îmze kir
    Li Daxistanê êrişî geştyaran kirin: 1 kuştî û 10 birîndar
    Etîketan:
    bûyerên kuştinê yên li ser sînoran, sedemên kuştin û birîndarkirinên li Ûrmiyeyê, Rêveberiya Bijîjkî ya Parêzgaha Ûrmiyeyê, Resûl Rewşenî, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de