05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Me li tankerên DAIŞê yên ku diçûne Tirkiyeyê xist

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6001

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku tankerên DAIŞê yên petrolê ku diçûne Tirkiyeyê ji terefê balafirên şer yên Rûsyayê ve hatin îmhakirin.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku tankerên DAIŞê yên petrolê ku diçûne Tirkiyeyê ji terefê balafirên şer yên Rûsyayê ve hatin îmhakirin.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafirên şer yên rûsî 20 tankerên petrolê yên DAIŞê ku bi qaçaxî diçûne Tirkiyeyê, li bajarê İdlîba Sûriyeyê hatin Îmhakirin.

    Her wiha berpirsyarên wezaretê dan xuyakirin ku li Heleb û li Dêra Zorê 6 refîneyên petrolê ku di kontrola terorîstan de bûn di êrişa hewayî de hatin rûxandin.

    Balafirên şer yên Rûsyayê di nava du rojên dawî de li Sûriyeyê 121 sortî kirin û 424 hedefên terorîstan li Heleb, İdlîb, Lezqiye, Hema Hûmis, Şam, Dêra Zorê û Reqqa rûxandin.

    Ji aliye din ve balafiran li Sûriyeyê li herêma Zerba depoyeke cebilxana ya El Nûsrayê îmha kir û îstîxbarata wê ji mixalifên welatparêz hat girtin. Jetan li Helebê baregeheke binerdi rûxand û di encama tevahiya êrişan de depoyeke cebilxane, 5 wesayitên qeraxê, 4 kamyon û tankek jî hat îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê derbeyek mezin li konvoya petrolê ya DAIŞê xist
    Lavrov: Mixalifên sûriyeyî bê biryar man
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarokê Teşrînê rizgar kirin (Hate nûkirin)
    Zaxarova: Bila nûçeyên xaza Sarînê ku çûye Sûriyeyê werin lêkolîn kirin
    Rûsya: Li Sûriyeyê me li hezar û 93 hedefên terorîstan xist
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, DAIŞ, İdlîb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de