23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Komandoyên SASê

    Komandoyên SASê çûn navçeya Cizîrê

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6611

    Li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina ji malan û operasyon berdewam in. Piştî teqwiya tank û polêsan niha jî komandoyên SASê li Cizîrê bi cih bûn.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina ji malan û operasyon berdewam in. Piştî sewkiyata wesayîtên zirx, tank û polêsan niha jî 3 tîmên komandoyên SASê li Cizîrê bi cih bûn.

    Hat ragihandin ku 3 tîmên Komutaniya Grûba Parastina Binavê (SAS) ve girêdayî li navçeya Cizîra Şirnexê hatin bi cih kirin, tîm li navçeyên Çelê û Gevera Colemêrgê û li tuxaya Mêrdînê bi cih bûne û di rewşa hewceyî de ji bo herêmên din jî têne şandin.

    Li gorî nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê, li herêmê ji xeyrî komandoyên SASê, Tuxaya Piyadeyên Deryayî jî heye. Baregeha vê tuxayê li navçeya Foça Îzmîrê ye û di salên 1993 û 2001an de jî li Çiyayê Cûdî wezîfe kiribûn.

    Her wiha 200 kesê Hêza Taybet ya ku rasterast bi Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê ve girêdayî ye li herêma ku şer û pevçûn diqewimin wezîfedar in û bi polês û tîmên taybet re tevlî operasyonan dibin.

    Bi heman mijarî:

    Kantona Cizîrê: Em operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê gelekî girîng dinirxînin
    Li Cizîrê zarokek 5 salî jî hat kuştin
    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    Li Cizîrê polêsan zarokek din jî kuştin
    Li Cizîrê teqîn: 3 çawîşên pispor hatin kuştin
    Etîketan:
    Tuxaya Piyadeyên Deryayî, Komutaniya Grûba Parastina Binavê (SAS), Ugur Erkan, Cizîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de