18:45 21 Hezîran 2018
DAIŞ

Terorîstên DAIŞê derbasî Girê Spî bûn

© Foto : SOHR
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şevêdin terorîstên DAIŞê derbasî asayîşa Girê Spî bûn û li Navendeke Asayîşê bicih bûn, piştre şer û pevçûn derket.

Navenda Nûçeyan — Berpirsê ragehandina Asayîşa Girê Spî, ragihand ku şevê din çend terorîstên DAIŞê derbasî bajarê Girê Spî bûn û li navendekî asayîşa wî bajarî çend saetan bicih bûn.

Derbarê vê babetê de Berpirsê Ragihandina Asayîşa Girê Spî Ezîz Ismaîl got ku destpêka vê sibê saet 02:00an çend terorîstên DAIŞê bi dizî derbasî bajarê Girê Spî bûn û li Navendeke Asayîşê bicih bûn, piştre şer û pevçûn derket.

Ismaîl da zanîn ku di encamê de, 2 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û 5ê din jî birîndar bûn û yên din ber bi ciheke ne diyar ve reviyan.

Li gorî agahiyên berdest niha rewşa Girê Spî arame û welatî li nav bajêr çûn û hatinê dikin.

Bi heman mijarî:

TAYBET - Tirkmenê Girê Spî: Tirkiye xwedîtî li me nekir
Girê Spî rojbûna Hz. Mihemmed pîroz dike
Li Girê Spî ji bo tirkmen û ermeniyan dibistan tê vekirin
Artêşa tirk Girê Spî gulebaran dike
Salih Mislim: Ji bo Girê Spî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re neman
Etîketan:
Asayîşa Girê Spî, DAIŞ, Ezîz Ismaîl, Sûriye, Girê Spî, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de