17:58 13 Kanûn 2017
Zindî
    Xwendekar

    Li Zanîngeha Înonuyê nêzî 70 xwendekarî hatin binçavkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polêsan 70 xwendekarê kurd ku Roboskî şermezar dikirin, binçav kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li Zanîgeha Înonuya Meletiyê piştî ku di navbera xwendekarên kurd û komeke nijadperest de pevçûn derket polêsan bi bombeyên gazî êrîşî xwendekarên kurd kirin û nêzî 70 xwendekarî binçav kirin.

    Li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê komek nijadperest duhî êrîşî xwendekarên kurd ên qatlîama Roboskê şermezar kirin, kir. Piştî bûyerê li zanîngehê rageşî îro jî berdewam kir.

    Xwendekarên kurd ên ku li ber avahiya pirtûkxaneyê êrîş şermezar kirin careke din rastî êrîşa nijadperestan û polêsan hatin. Bûyerên ku derketin li hemû kampusê belav bû.

    Di êrîşa ku bi piştgiriya polêsan hate kirin de xwendekarê bi navê Mazlum Dînç û xwendekarê bi navê Omer ê paşnavê wî nehat hinbûn birîndar bûn Mazlum Dînç li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Zanîngeha Înonuyê xistin emeliyatê.

    Dema bûyerên li zanîngehê polîsan bombeyên gazê avêtin kantîna xwendekarên kurd. Nêzî 70 xwendekarên ku ji ber bombeya gazê bi bandor bûn û ji kantînê derketin ji aliyê polêsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
    Li Stenbolê 5 ciwan hatin binçavkirin
    Li Îdir, Îzmîr û Bismilê 2 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
    Operasyon bê navber didomin: Gelek kes hatin binçavkirin
    Li Gever û Colemêrgê operasyonên binçavkirinê
    Etîketan:
    Zanîgeha Înonu, Meletî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de