20:09 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hevseroka Giştî yê HDPê Figen Yuksekdag

    Derbarê Yuksekdag û Ulusoy de lêpirsîn

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Derbarê Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen yuksekdag û Seroka Giştî ya ESPê Sultan ulusoy de ji ber axaftinên wan ên Civîna Giştî ya KCDê de lêpirsîn hate destpêkirin.

    Amed - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û Seroka Giştî ya ESPê Sultan Ulusoy de ji ber axaftinên ku di Civîna Giştî ya Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) de kirine lêpirsîn da destpêkirin.

    Hate hinbûn ku Serdozgeriyê qeydên dîmenên civîna KCDê ya di 26-27ê Kanûnê de lêkolîn kirine. Piştî lêkolînê derbarê Yuksekdag û Ulusoy de ji ber axaftinên wan ên derbarê ‘xwerêveberî, xweserî, xendek û barîkat' de birya destpêkirina lêpirsînê daye.

    Hate ragihandin ku lêpirsin bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistina terorê', ‘ji bo suc teşwîq', ‘gel teşwîqî îsyanê kirin', ‘yekîtiya dewletê xirakirin', ‘parçeyeke axa ku di bin serdestiya dewletê de ji îdareya dewletê cudakirin' dê bê kirin.

    Der barê Yuksekdag de ji ber ku parlamenter e ji bo ku ‘destura lêpirsinê bê dayîn', ‘destnedayîna wê bê rakirin' ji Wezareta Dadê re fezleke hate şandin.

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: Deklerasyona KCDê metna çarçoveya makeqanûnê ye
    Yuksekdag: ‘Kolandina xendekan ne sedemek e, encamek e'
    Derbarê Fîgen Yuksekdag de lêpirsîn hat destpêkirin
    Demirtaş: Tercîh ne ya me ya hikumetê ye
    Demirtaş: ‘Kurd xwe xilas dikin û hûn jî werin tevli vê xilasbûnê bibin'
    Etîketan:
    ESP, HDP, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Sultan Ulusoy, Figen Yuksekdag, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de