20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Duran Kalkan

    Duran Kalkan: ‘AKP dixwaze PDKê li hemberî PKKê û YNKê bide şerkirin'

    © Foto: Lêkolîn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan ji televizyona MED NÛÇEyê re axivî, derbarê bûyerên dawî û mijarên rojevê de nirxandinên xwe anî ziman.

    Navenda Nûçeyan — Duran Kalkan got: ‘Ji 24ê Tîrmehê û pê ve, bi biryara şerê taybet a di civîna MGK a 30ê Cotmeha 2014an de hat wergirtin re qirkirina fîzîkî destpê kiriye.'

    Kalkan derbarê îlana YPSê de got: ‘Îlana YPSê yanî îlana xweparastinê girîng e, li gorî min hinekî dereng jî maye. Êdî tu hêviyeke gel ji AKPê nîne. (…)Ji dil bawer dikim. Berxwedana xwerêveberiyê û xweparastinê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve, wê gelekî mezin bi ser bikeve. Mîna serketinên YPG/YPJ, YBŞ, HPGê wê serketinên mezin di vir de bi dest bikevin.'

    ‘AKP dixwaze PDKê li hemberî PKKê û YNKê bide şerkirin'

    Kalkan derbarê ziyaretên Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî yên di nava çend hefteyên dawî de li pey hev li Tirkiyeyê anîn de got: ‘Me berê gotibûn ku em ne li dijî têkiliyên di warê aborî û bazirganiyê de ne. Lê belê eger têkilî ji vê û wêdetir biçe, ew nabe. Eger ev têkilî ji têkiliyên aboriyê derbas bibe û bigihêje asta têkiliyên leşkerî û veguhere tifaqek li dijî rêxistineke din a kurd, ev gelekî xetere ye. Ez nabêjim rewş bi vî rengî ye, lê tehlûke ye. Weke PKK em baldar in. Divê PDK û rêxistinên din jî baldar bin. Hikûmeta AKPê dixwaze di navbera rêxistinên Kurdan de şer derxîne. Dema ji PDKê re dibêje 'merheba' belasebep nabêje. Hewl dide li hemberî PKK, li hemberî YNKê bide şerkirin.'

    Duran Kalkan wiha got: ‘Em li benda daxuyaniyê ne, çi tê axaftin? Raya giştî ya kurd dizane bizanibe, ku rêveberiya PDK çi bi AKPê re diaxive, li ser çi biryaran didin?'

    Her wiha Kalkan diyar kir ku Kongreya Sûriya Demokratîk li ser bingeha Şoreşa Rojava hatiye avakirin û got: ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi heman rengî hêviyek afirand. Di meha Mijdarê de derdora Holê azad kirin, niha derdora Teşrînê azad dikin. Piştî YPG/YPJê bû hêzeke ku li hemberî DAIŞê serketinên mezin bi dest dixe. Bêguman di nav de YPG/YPJ jî hene. Li Sûriyeyê ji bilî wan ti hêz, rêxistinek nîne ku li hemberî DAIŞê bi ser ketiye. Li cihekî din jî nîne. Ev yek bû hêviyek mezin.'

    Bi heman mijarî:

    Duran Kalkan: Gotina 'biratiya hezar salî' êdî veguheriye sefseteyê
    Duran Kalkan: ‘Hesabê qetilkirina Tahir Elçî wê were pirsîn'
    Cemîl Bayik: ‘Ji bilî PKKê mûxatab tune'
    Bayik: ‘AKP wê berdêla tecrîd û zextê bide'
    Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
    Sabrî Ok: ‘AKP dixwaze weke Sri Lankayê tevgera me tasfiye bike'
    Etîketan:
    YNK, PDK, PKK, Dûran Kalkan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de