02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    polês - cihê bûyerê - bombe

    Li ber wargeha keçkan gumana bombeyan

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 136 0 0

    Li Mêrdînê li ser gumana bombeyan wargeha keçkan demildest hat vala kirin.

    Mêrdîn — Li Mêrdînê li ser gumana bombeyê Wargeha Keçkan a KYKê hat vala kirin. Pakêteke nediyar a li Parka Azadiyê ya li tenişt wargeha keçkan bi xwendekarên li wargehê dimînin re tirs û xof çêkir. Li ser giliya xwendekaran rayederên ewlehiyê pakêt berêvarî teqandin. Berî pakêt were teqendin hemû xwendekarên keçik yên li wargehê dimînin hatin derxistin.

    Piştî vê teqînê pakêteke din hat dîtin. Polêsan rêya wargehê li trafîkê girt.

    Agahî tên..

    Bi heman mijarî:

    CHP: 'Zanîngehên Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê tên girtin'
    HPG: Li Mêrdînê çalakiya sabotajê hat lidarxistin
    Li Mêrdînê teqîn: 3 birîndar!
    Li Mêrdînê şer, êriş û kuştin...
    Walîtiya Mêrdînê encama qedexeya Nîsêbînê eşkere kir
    Etîketan:
    KYK, wargeh, Kêç, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de