17:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Baregeha Petrolê

    Biryara Îranê bazara petrolê serobino kir

    © REUTERS/ Laszlo Balogh
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2201

    Li gorî nûçeya BasNewsê piştî belavbûna biryara Îranê ya derbarê nirxê petrolê û hilberînên petrolê de bazara petrolê serobino bû. Nirxê bermîleke petrolê dakete bihayê 11 sal berê.

    Navenda Nûçeyan – Biryara nû ya Îranê nirxê petrolê daxiste asta rajêrîn a 11 salên borî. Li gorî vê biryarê êdî Îran dê bi nirxekî kêm petrola xwe bifroşe û berhemên xwe yên ji petrolê jî zêdetir bike.

    Piştî belavbûna vê nûçeyê nirxê bermîleke petrolê ji 36.66 dolarî dakete 36.04 dolarî û bi vî awayî bermîleke petrol gihişte kêmtirîn nirxê 11 salên borî.

    Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjan Namdar Zengene ragihand ku Îran dixwaze nirxê petrolê bîne asta berî ambargoyê û ew ê êdî bi nirxekî kêmtir ji nirxê petrolê yê bazarên cîhanî petrola xwe bifroşe.

    Di çarçoveya vê biryarê de Îran dê heta du hefteyan 500 hezar bermîlên zêde petrolê hilberîne û paşê rojane milyonek bermîl petrolê bifroşe.

    Bi heman mijarî:

    Kolanên Şamê êdî wêran bûne
    Beşikçî: 'Bi kurdî nebe, ragihandina xweseriyê bi ser nakeve'
    Li Kerboranê piştî ragihandina qedexerabûnê teqîn
    Piştî 4 rojan derket holê ku hatiye kuştin
    Sekreterê Bexdadî hat kuştin
    ROJAVA - Pêşmerge li ser sînorin
    Etîketan:
    nirxê petrolê yê bazarên cîhanî, nirxê petrolê, Wezareta Petrolê yê Îranê, Bîjan Namdar Zengene, Îran, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de