05:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ismail Beşikçi

    Beşikçî: 'Bi kurdî nebe, ragihandina xweseriyê bi ser nakeve'

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê derbarê rojeva herêma kurdên Tirkiyayê de bi akademîsyenên tirk Ismail Beşikçi û Dogu Ergil re axivî.

    Navenda Nûçeyan — Di nava êriş, şer û pevçûnan de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kom bû û ji kongreyê biryara xweseriyê derket. Biryar wekî ‘berdewamî û israra li ser îradeyê’ hat nirxandin.

    Nivîskar û rewşenbîrê tirk ê navdar Ismail Beşikçi derbarê mijara xweseriyê de wiha dibêje: ‘Ragihandina ‘bêtaetiya sivîl’ divê ji parlamentoyê dest pê kiriba. Heke piştî 7ê Hezîranê 80 parlamenterî gotibûya em ê bi kurdî sond bixwin, bifikirin wê çi bibûya? Niha xweserî tê ragihandin; lê heger ew jî bi zimanê kurdî neyê ragihandin serkeftin pêk nayê.’

    Derbarê şer û pevçûnên dawîn de Prof. Dogu Ergil jî balê dikêşe ser serkeftinên PKKê yên li Rojava û dibêje: ‘PKKê gerillayên xwe yên xwedî tecrûbe şandin Rojava û bi serkeftinên li wê derê piştgiriya Hêzên Hevpeymanî wergirt, bi vê hêzê baweriya raya giştî jixwe re peyda kir.’

    Ji bo pêşeroja PKK û dewleta tirk jî  Ergil nêrîna xw wiha tîne zimên: Li bajarên kurdan hêza PKKê ya leşkerî kêm e; lê belê hêza wê ya siyasî xurt e. PKK dixwaze serweriyê ji dewletê bistîne û dewlet jî dixwaze êdî yekser PKKê ji holê rake, di dawiyê de her du alî jî wê li ser maseyekê rûnên. Lê heta wê demê her du alî jî dixwazin destên xwe xurt bikin.’

    Hêjayî gotinê ye ku di nava vê aloziyê de digel zêdebûna rexneyên li ser HDPê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bi daxuyaniyekê helwesta HDPê parast û got: ‘Ragihandina xweseriyê ne tiştekî nû ye. Di rêziknameya partiya me de heye; herwiha di kampanyayên hilbijartinê yên 7ê Hezîranê û serokomariyê de jî mijara xweseriyê hebû. Me gotinên xwe neguherandine.'

    Bi heman mijarî:

    Li Kerboranê piştî ragihandina qedexerabûnê teqîn
    Piştî 4 rojan derket holê ku hatiye kuştin
    Sekreterê Bexdadî hat kuştin
    ROJAVA - Pêşmerge li ser sînorin
    Li Efrînê seferberî hat îlankirin
    ŞENGAL - Şerê bi top û tankan dest pê kir!
    Rûsya: Êrişa Su-24ê îspata alîkariya Enqereyê bo DAIŞê ye
    Etîketan:
    rêzikname, ragihandina xweseriyê, kampanyaya hilbijartinê, raya giştî, bêtaetiya sivîl, berdewamî û israra li ser îradeyê, biryara xweseriyê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de