23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa

    Li Efrînê seferberî hat îlankirin

    © Foto: Kantona Efrîn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 246 0 0

    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, ji bo ewlekariya herêmê seferberî îlan kir.

    Efrîn - ANHAyê ragihand ku Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê di dawiya civîna xwe ya salane ya nirxandina xebata xwe de, da xuyakirin ku ew li herêmê seferberiyê îlan dikin.

    Di civînê de Hevserokên Meclîsa Rêveber Hêvî Mistefa û Osman Şêx Îsa, alîkarên wan Remzî Şêxmûs û Ebdullhemîd Mistefa, Endama Komîteya Çavdêriyê Fehmiya Silêman, hemû serok û alîkariyên wan ên desteyan amade bûn. Civîn li Salona Ayenda pêk hat.

    Di civînê de raporên xebatê yên salekê hatin xwendin û nîqaş li ser hat kirin. Di civînê de her wiha hin rêzebiryar hatin stendin.

    Biryar hat dayîn ku li hemberî gefa ewlekariyê û zêdebûna xeteriya li herêmê, rewşa seferberiyê were îlankirin û tevlîbûna li hêzên xweparastinê zêde bibin.

    Bi heman mijarî:

    Komên xwînrij êrişî Efrînê kirin: Kuştî û birîndar hene
    Armanca YPGê û HSDê Kobanî bi Efrînê ve girêde
    Êrişên li ser Efrînê dewam dikin
    El Nusra û Ehrar el- Şam bi topên hewanan êrîşe Efrînê kirin
    Salih Mislim, ji bo dorpêça Efrînê çû Hewlêrê
    Rayedarê PDK-Sê yê Efrînê: 'Li vir jiyan pir dijwar e'
    Etîketan:
    Fehmiya Silêman, Ebdullhemîd Mistefa, Remzî Şêxmûs, Osman Şêx Îsa, Hêvî Mistefa, Kantona Efrînê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de