10:22 13 Kanûn 2017
Zindî
    operasyon, binçavkirin, serdegirtin

    Hevseroka HDPê ya Mûşê hate girtin

    © Foto: AA / Mehmet Ali Özcan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka HDPê ya Mûşê Elif Çetinbaş ji ber ku beşdarî serhildana Kobanê ya di 6-8ê Cotmehê de pêk hat bûye di danişîna biryarê ya dozê de 12 sal û 5 meh ceza lê hate birîn.

    Mûş - Doza ku der barê Hevseroka HDPê ya Mûşê Elif Çetinbaş de ji ber ku beşdarî serhildana Kobanê ya di 6-8ê Cotmehê de pêk hat bûye hatibû vekirin, bi encam bû. Çetinbaş beşdarî danişîna li Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê hate dîtin nebû.

    Dadgehê bi tevahî 12 sal û 5 meh cezaya girtîgehê li Çetinbaş birîn.

    Piştî ku dadgehê biryar da polêsên li ber mala wê amade bûn bi ser malê de girtin. Çetinbaş ji mala xwe hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

    Bi heman mijarî:

    Hunermendê kurd Aram Serhat hat girtin
    Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
    Girtin û binçavkirin berdewam dikin
    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, Elif Çetinbaş, Mûş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de