15:07 25 Hezîran 2018
Kerîm Amara

TAYBET - Endamê DAIŞê: Min di trempeya dîlên Tirkiyeyê de wezîfe girt

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Endamê DAIŞê yê tûnisî Kerîm Amara di girtîgeha YPGê de bersivên nûçegihanê Spûtnîkê dan.

Hikmet Durgun

Navenda Nûçeyan - Kerîm Amara di hevpeyvîna xwe de ragihand ku wî di trempeya 49 dîlên tirkiyeyî ku 101 di destê DAIŞê de man wezife girt, me dîl girtin teslîmî Tirkiyeyê kirin û wan jî yên me dan.

Endamê DAIŞê Kerîm Amara li başûrê Sûriyeyê di şerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dîl hat girtin û niha di girtîgeha YPGê de ye. Nûçegihanê Spûtnîkê bi destûreke taybet çû girtîgehê û bi Amara re hevpeyvîn kir.

Amara di hevpeyvîna xwe ya digel Spûtnîkê re ragihand, piştî şoreşa Tûnisê min bi çend rêxistinên Îslamî re pêwendî danî û perwerdeyî cihadî dît. Bi pêşniyara hevalekî bi DAIŞê re ketim têkiliyê û ji Tûnisê çûm Libyayê û ji wir jî bi balafirê çûme Tirkiyeyê û bi qaçaxî derbasî Sûriyeyê bûm. Piştî perwerdeya leşkerî ya Helebê rêxistinê min şand Iraqê û ji wir vegeriyame Kobanî û li wir dîl ketim destê YPGê.

Tirkiye barê me sivik dikir

Kerîm Amara di axaftina xwe de got, alîkariyên Tirkiyeyê bo DAIŞê hebûn, barê me sivik dikirin. Ez du salan di nava DAIŞê de mam tucarî nebûm şahid ku leşkerên tirk kesên dixwestin tevlî DAIŞê bibin asteng bikin. Digotin Tirkiye ji DAIŞê hez û alîkariya wê dike.

Trempeya dîlên Tirkiyeyê

Amara di berdewamiya axaftina xwe de got, min jî di wê trempeya dîlên tirk de cih girt. Serkonsolos jî di nav de me 49 kes bi trempeyê dane Tirkiyeyê û wan jî milîtanên me dane me. Xebat û hewldanên trempeyê bi îstîxbaratê meşiya.

Ji Kobanî ji bo xwarinê em diçûm Tirkiyeyê

Kerîm Amara di dirêjiya axaftina xwe de got, DAIŞê mazot difrot Iraq û Tirkiyeyê û pêwistiya me ya xwarinê jî tirkî û Erebîstana Siûdî peyde dikir. Di şerê Kobanî de emîrekî me bi motorê diçû Tirkiyeyê xwarin û pêwistiyên me yên şexsî tanîn.Di nava rêxistinê de emîrên tirk jî hebûn.

Bi heman mijarî:

TAYBET - Tirkmenê Girê Spî: Tirkiye xwedîtî li me nekir
TAYBET - PYD: Rûsya heyfa temamê Ewropa ji DAIŞê distîne
TAYBET - Endamê DAIŞê: Me li Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî dît
TAYBET - Endamê DAIŞê: Tirkiye petrola DAIŞÊ distîne
Li Amedê li dijî polêsan êriş: 2 tîmên taybet hatin kuştin
Etîketan:
Dewleta Tirkiyeyê, YPG, DAIŞ, Kerîm Amara, Kobanî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de