08:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ferşîd Emînî

    Agehiyên derbarê xwendekarê kurd de ne zelal in

    © Foto: KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li ser hesabê Facebookê yê xwendekarê kurd Ferşad Emînî wêneyek hate weşandin û gotin: ‘Ez niha gerîla me.’; lêbelê medyaya kurdî ev agehî piştrast nekir û got: ‘Dibe ku ev agehî ji aliyê Ewlehiya Îranê ve hatibe amadekirin da ku kesek lê negere.’

    Navenda Nûçeyan — Spûtnîk Kurdistanê di nûçeyeke roja 27.12.2015an de nivîsîbû ku xwendekarê Zanîngeha Tehranê Ferşad Emînî ji aliyê hêzên îranî ve hatiye desteserkirin û nûçeya xwe spartibû malpera Rojî Kurd. Îro Rojî Kurd jî diyar kir ku nûçeya xwe ya pêşîn li ser bingehê nûçeyên herêmî ava kiribûye û agehiyên nû yên li ser hesabê Emînî yê Facebookê piştrast nekir.

    Ferşad Emînî li ser hesabê xwe yê Facebookê derbarê xwe derewandin û got: ‘Ev çend roj in ku derbarê min de îdiayek hatiye belavkirin û tê gotin ku ez ji aliyê hêzên rejîmê ve hatime girtin. Ew nûçe derew e û ez niha bi awayekî azad di nava refên gerîla de me. Perwerdehiya çekdarî dibînim û bangî her kurdî dikim ku piştgiriyê bide bakûrê Kurdistanê. Navendên ewlehiyê tenê telefona min a destan desteser kirine.’

    Hêjayî gotinê ye ku malpera Rojî Kurd şîroveyeke wiha derbarê nûçeya li ser Facebookê de kiriye:

    1.    Berî çend rojan derbarê Ferşad Emînî de agehî gihiştin ber destê me û Ajansa Mukriyanî jî piştrast kir ku xwendekarê kurd ji aliyê hêzên îranê ve hatiye girtin.
    2.    Wêneyê li ser Facebookê weşandî destpêka payîzê nîşan dide û dema ku agehiya girtina wî belav bû zivistan hatibû çiyayên Kurdistanê.
    3.    Wêne dişibihe xwendekar; lêbelê ji aliyê serçavan û bejnê ve naşibihê. Kesê di wê ne de ji Emînî kurttir xuya dike.
    4.    Ajansa Mukriyanî ji bo piştrastkirina nûçeya girtinê, xwe gihande hevalên wî û şeklê girtina wî bi dest xist.

    Rojî Kurd piştî nirxandina agehiyên berdest encameke wiha derdixe: ‘Ferşad Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin, şîfreya hesabê wî hatiye standin an jî şikandin, ev agehî hatine belav kirin da ku kesek lê negere û hêviya xwe jê bibire.’

    خبرهای منتشر شده در مورد دستگیری من کذب می باشد و من امروز آزادتر از همیشه هستم، تاکنون فعال مدنی تهران بودم اما از امرو…

    Posted by Farshad Amini on Duşem 28 Berfanbar 2015

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: Deklerasyona KCDê metna çarçoveya makeqanûnê ye
    Iraq: Bêyî Pêşmerge Mûsil azad nabe
    Koçberên Swêdê di keştiyên lûks de tên peşwazî kirin
    CHP: 'Zanîngehên Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê tên girtin'
    Ji bo aştiyê 100 rewşenbîr tên Amedê
    Li Pakîstanê êrişa komkujî: 18 mirî 40 birîndar
    Etîketan:
    hêzên îranî, desteserkirin, girtin, Ajansa Mukriyanî, malpera Rojî Kurd, Zanîngeha Tehranê, Ferşad Emînî, Îran, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de